Ji şaredariyê diyariya karneyê bo xwendekaran
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên Lîseya Melîk Ahmet wek diyariya karneyê geşta Gêlê li dar xist.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî, bi mebesta şûnwarên dîrokî li xwendekaran bide naskirin bernameya geşt û guzarê amade kir.
Bi vê mebestê ji bo xwendekarên Lîseya Melîk Ahmet a li Sûrê wek diyariya karneyê geşta Gêlê li dar xist.
Bi serperiştiya rêberên bi ser Gerînendetiya Şaxa Turîzmê, bi beşdariya 45 xwendekaran geşt û guzarek bo Mezelên Pêxemberan, Keleha Asûr û Goristanên Zinaran pêk hat.
Di geştûguzarê de der barê şûnwarên dîrokê de agahî hatin dayîn, ji bo gola Bendava Dîcleyê tûra kelekê hate kirin û xwarin da zarokan.
