Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji sedî 70ê projeya av û solîna Licê pêk hatiye

Gerînendetiya Giştî ya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), bi ÎLBANKê re projeya “Av û kanalizasyona Licê” dimeşîne û xebatên vê projeyê berdewam in. Projeya ku dê pirsgiêka avê û kanalîzasyonê ya navçeya Licê heta sala 2050ê çareser bike ji aliyê DÎSKÎyê ve tête meşandin. Ekîban, bi boneya

Gerînendetiya Giştî ya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), bi ÎLBANKê re projeya “Av û kanalizasyona Licê” dimeşîne û xebatên vê projeyê berdewam in.

Projeya ku dê pirsgiêka avê û kanalîzasyonê ya navçeya Licê heta sala 2050ê çareser bike ji aliyê DÎSKÎyê ve tête meşandin.

Ekîban, bi boneya projeyê heta niha 24 hezar û 670 metre kanalîzasyon, 12 hezar û 300 metir xeta avê hate danîn û depoyên avê yên 500 û 700 metrekup av hilgir tên avakirin, ji sedî 70 karî pêk hatiye.

Xebatên projeyê dewam dikin û Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, bi çapên cur bi cur dê 16 hezar û 330 metir kanalîzasyonê û 52 hezar û 700 metir jî xeta avê dabîn bike.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, qeymaqamê Licê Muhammed Evlice, Medûrê Herêma Diyarbekirê yê ÎLBANKê Suleyman Halit Bayrak xebat raçav kirin û der barê xebatan de agahî wergirtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan