Karaloglu, “Siberoja Diyarbekirê dê ji îro baştir be”
Şaredariya Bajarê Mezin, di 5’ê hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê de ji projeya EKAY’ê ku dê pirsgirêka sergoya 50 salan a bajêr çareser bike, dest bi jenîna elektrîkê kir.
Di merasîmê de Walî Munîr Karaloglu, bal kişand ku wan di qonaxa yeke ya EKAYê de ji gaza metanê elektrîk jenandiye û ji bo bala raya giştî bikêşin jî vekirina vê projeyê bi rastî 5’ê hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê aniye.
Karaloglu, diyar kir ku dema wan dets bi wezîfeyê kiriye destnîşan kiriye ku pirsgirêka herî lezgîn a bajêr seheya sergoyê bûye û got, lewma jî me projeya EKAY bi pêş xist.
Karaloglu destnîşan kir ku Qerejdax çavkaniya ava sererdê û ava binerdê ye û weha axivî: “Qerejdax, serkaniya sereke ye ku Diyarbekirê, Amedê dike evîneke mezin. Lê Qerejdax bûbû kopê sergoyê. Di 20-30 salên borî de hemû sergoya bajêr hatiye û li Qerejdaxê ketiye hev ser û Qerejdax pê lewitandiye. Ava vî bajarî, bayê wî, erda wî hatiye jehrdan.”
Karaloglu bi bîr xist ku di dema borî de wexta Diyarbekirê di warê şaredartiyê de hatiye pûçkirin û got ku di encama vê de li Qerejdaxê qotê sergoyê çêbûye.
Karaloglu, eşkere kir ku wan bi meha îlonê re dest bi projeya EKAY’ê kirine, pişt re bi xebateke rehabîlîtekirinê wan qada sergoyê ji gazan pak kiriye û verêja sergoya herikbar jî wan daye rawestandin.
“Armanca me pakî û paqijî ye”
Karaloglu bi bîr xist ku wan di 1’ê nîsanê de binaxeyê stanrala elektrîkê daniye û got ku ji îro de êdî di projeya EKAY’ê de ji sergoyê elektrîkê vedijenin û weha axivî:
“Bi serkêşiya rêzdar Serokkomar Recep tayyîp Erdogan, li hemû bajaran û di hemû saziyan de em hem sergoyê xwe ji hev divavêrin û kom dikin hem jî vê hişmendiyê li mejiyê zarokan diçînin. Di vir de armanca me sifir sergo ye. Serê pêşîn em li bajarên xwe sergoyê ji hev dibijêrin û wê vêk didin. Em hewl didin vê fêrî welatiyan bikin. Çiqasî em bikaribin vêk din em ê ji hev biqetînin û wisa jî berhev bikin. Çiqasî me nekarî berhev bikin jî em ê bi saya van dezgehan ji hev biqetînin.”
“Ev dezgeh bo siberoja me bibe ronahî”
Karaloglu da zanîn ku ji bo gava mêvan tên serdana bajarê me bibînin ka çi ferqa me di warê xizmetguzariyê de heye em ê bi hemû şaredarî û dam û dezgehan re tevkariya xwe bi pêş bixin û got, aniha li 17 navçeyên Diyarbekirê xebateke canxiroşane bi hevkarî tête meşandin.
Karaloglu, weha dawî li axaftina xwe anî:
“Bi hêviya Xwedê siberoja Diyarbekirê dê ji îro baştir be. Bila her kes ji vê piştrast be. Xwedê karê me sivik bike. Eb dezgehê me îro li vê dere xiste ber xizmeta xelkê xwe ji bo siberojeke geş ya Diyarbekirê mîna raboriya wê ya serfiraz bila rêya me ronî bike.”
Di merasîmê de parlamenterê Diyarbekirê Mehdî Eker, Şaredarê Baglarê Huseyîn Beyoglu jî her yekî axaftinek kir. Piştî birîna qeudeleyê şandeya amade li dezgehê han ger û geryanek kir.
