Kursên havînê bo xwendekaran dest pê dikin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekar betlaneya xwe xweş derbas bikin û sûdê werbigirin kursên havînê yên belaş dide destpêkirin. Şaredariya Bajarê Mezin, di serdema perwerdeyê ya sala 2021-2022ê de bi rêya Mala Zanînê, Akademî Lîse û Mêvanxaneya Keçikan bi hezaran xwendekar di warê xwendin û per
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekar betlaneya xwe xweş derbas bikin û sûdê werbigirin kursên havînê yên belaş dide destpêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, di serdema perwerdeyê ya sala 2021-2022ê de bi rêya Mala Zanînê, Akademî Lîse û Mêvanxaneya Keçikan bi hezaran xwendekar di warê xwendin û perwerdeyê de pêşvetir birin.
Serokatiya Daîreya Ciwanan û Sporê, ji bo xwendekarên ku ketin serdema betlaneya havînê salnameyeke berfireh ku tatîla xwe kelktir derbas bikin, amade kir.
Kursên havînê di branşên aqil û jîrayî, kodkirina robotîk, drama, şano, fotogirî, ezmangerî, astronomî, kişik, çalakiyên sportîf (futbol, basketbol, voleybol, tenîs avjenî) govend, hunerên dîtbarî, teknozanist û pirtûkxane (xwendina pirtûkan) de têne dayîn û xwendekar ji bo demeke xweş derbas bikin dê hin çalakiyan bikin.
Xwendekar dê bajêr nas bikin
Ji bilî kursan xwendekar ji bo bibin xwendî hişmendiya bajar û bajarê xwe nas bikin bi bernameya Bigere-Bibîne Diyarbekirê, dê şûnewarên çandî û tarîxî yên bajêr bigerin.
Pirtûk Kafe havînê vekirî ne
Pirtûk Kafeyên li Qiratexaneyên Milet, Parka Birayetî, Temapark û Meydana Bajêr in, demsala havînê dê ji bo xwendekaran vekirî bin da ku xwendekar karibin demeke xweş lê derbas bikin û pirtûkan bixwînin.
Xwendekarên li Mala Zanînê ya Navendê, Selahedîn Eyûbî, Bismil Azîz Sancar, Hanî Gurbiz, li akademî lîseyên Alî Gaffar Okan, Sûr, Farqîn El Cezerî, Hanî Xatûniye, Bismil Ehmedê Xanî û Pîranê dixwînin demsala havînê dê karibin ji van bernameyan sûdê werbigirin.
Kesên dixwazin ji van bernameyên havînê sûdê werbigirin yên di ser 18 saliyê de bi xwe, yên jêrtir bi malbatên xwe dikarin serlêdanê li malên zanînê û akademî lîseyan bidin.
Bo xwendekaran hefteyekê tatil heye
Xwendekar dê karibin li Kampa Gezînê ya Ciwanan bêpere tatîlê bikin. Ji bo xwendekarên beşdarî kampê dibin çanteyek diyarî têt dayîn ku tê de pêdiviyên sereke mîna, pêşgîr, bone, berçavka melevaniyan, şort, şimik, macûan didanan û firçê didanan heye.
Perwerdekarên di warê xwe de pispor, dê li kampê semînerên cur bi cur bidin xwendekaran, dê atolyeyên hunera destî, gıvendê, muzîk, xwendin, sînema, drama, robotîk û rîtîmê hebin.
