Kursên havînê yên Şaredariyê dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekar havîna xwe beredayî derbas nekinhin kursan li dar dixe û tê çaverêkirin 11 hezar û 400 kes ji van kursan sûdê werbigirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, di serdema perwerdeyê ya 2020-2021’ê de asta xwendekaran bilind bike bi rêya Mala Zanînê, Akademî Lîse û Şevnişîna Keçikan bi awayekî bêpere xizmetguzariya perwerdeya hem rûbirû hem jî bi online ji bo ciwanan li dar xist.
Serokatiya Daîreya Spor û Ciwanan, vê dema ku dibistan dikevin betlaneya havînê, ji bo xwendekar dema xwe beredayî derbas nekin hin bername amade kirin.
Bi vê boneye dê serdema havînê kursên aqil û jîrayî, kodlêkirina robotîk, drama, Qurana Pîroz, tembûr, helkeftên werzîşî (futbol, basketbol, voleybol, tenîs, avjenî), govend, hunerên dîtbarî, teknozanist û pirtûkxane (xwendina pirtûkan) bêne vekirin. Arman ji van kursan ew e ku xwendekar demeke xweş biborînin.
Bi projeya Bigere-Bibîne bajar nas dikin
Ji bilî van kursan ji bo ciwan û zarok bajarê xwe nas bikin dê bi projeya “Bigere-Bibîne xwendekar dê şûnwarên dîrokî, çandî û turîstîk ên Diyarbekirê bigerin û nas bikin.
Ji bo xwendekar pîşeyan nas bikin, di çarçoveya bernameyan de ji bo xwendekaran di dersa fek teknolojiyê de dê ceribandin û taqî bêne biencamdan.
Pirtûk Kafe havînê vekirîne
Serdema Havînê, ji bo xwendekaran biçin tê de pirtûkan bixwînin û li dersên xwe bixebitin dê Pirtûk Kafeyên li Qiraetxaneya Millet û Parka Birayetiyê, Temapark û Meydana Bajêr tevahiya havînê vekirî bin.
11 hezar û 400 xwendekarên li Mala Zanînê ya Navendî, Mala Zanînê ya Selahedînê Eyûbî, Akademî Lîseya Sûrê, Navenda Ciwanan a Gurbuz û Mala Zanînê ya Bismilê perwerde dibin bi awayekî bêpere dê ji çalakiyên serdema havînê sûdê werbigirin.
Kesên dixwazin ji bernameyên havînê sûdê werbigirin, heke di ser 18 salî re bin ew bixwe, heke di bin re bin bi malbata xwe re divê serlêdanê li Mala Zanînê û Akademî Lîseyê bikin. Ji bo der barê kursan de agahiyên berfireh werbigirin dikarin bi telefona hejmar, 0412 999 08 21 re pêwendiyê deynin.
