Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Baglarê bi têkoşîna hevpar avahiyên kavil/metruk tên hilweşandin

Xebatên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Baglarê li Taxa Muradiyeyê ji bo avahiyên metruk ên ku bi salan e derdor û tenduristiya gel dixe metirsiyê dabûn destpêkirin, berdewam dikin. Di çarçoveya xebatê de ku bi daxwaza gelê taxê, bi tevkariya rêxistinên civaka sîvîl û piştgiriya hevşaredaran tê meşandin, avahiyeke din a metruk ku demeke dirêj e nayê bikaranîn û ji bo ewlehiya derdorê riskê çêdike hat hilweşandin.

Piştî ku prosedûrên qanûnî û teknîkî hatin qedandin, bi hilweşandina kontrolkirî ya avahiyê re tê armanckirin ku ligel xetereya hilweşîn û şewatê, pêşiya qirêjiya derdorê, çêbûna kêz û kêfikan û pirsgirêka bikaranîna madeyên hişbir bête girtin. Bi saya xebata ku bi îradeya hevpar a şaredarî, welatî û rêxistinên civaka sivîl hat kirin, tê armanckirin ku bi taybetî ji bo zarokan û niştecihên taxê derdorek ewleh destbideyî, saxlem û xweş bête avakirin.

Nêzî 210 avahiyên metruk hatin hilweşandin

Di xebatan de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Derdorê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Bağlarê ve bi hev re tên meşandin, avahiyên ku ewlehiya giyanî û malî ya welatiyan dixin metirsiyê, bi koordînasyona saziyên peywendîdar tên paqijkirin.

Di vê çarçoveyê de, li Baglara ku berê nêzî 210 avahiyên metruk ji holê hatibûn rakirin, li 14 xalên cuda yên ku destûrên wan hatine girtin, bi destan û bi alavên kar karên hilweşandinê berdewam dikin. Di dema xebatan de ji bo pêşîgirtina li belavbûna tozê, bênavber avdanî tê kirin û rêyên derbasbûnê ji trafîkê re tên girtin da ku ewlehiya niştecihên taxê di astek herî bilind de bête girtin.

Xebata hilweşandinê

Hevberdevkê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ayhan Karatekîn, Hevşaredarên Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan, Hevşaredara Yenişehirê Safiye Akdag, Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldiken, endamên meclîsa DBBê û serokên daîreyan ên peywendîdar beşdarî xebatên li qada hilweşandinê ya li Taxa Muradiyeyê bûn.

‘Em ji bo civakeke nû ava bikin hildiweşînin’

Li ser navê Platforma Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir a Şîyar Be, Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken li qada hilweşandinê ya li Taxa Muradiyeyê axivî û bal kişand ser ku hişmendiya civakî ya li dijî madeyên hişbir roj bi roj zêde dibe. Guldiken di axaftina xwe de cih da van îfadeyan: “Nêzî 3 meh berê me bi navê ‘Rabin’ hamleyeke nû dest pê kir. Çima Rabin? Ji ber ku êdî pêwîstiya gelê me heye ku li dijî vê madeya hişbir a ku li dijî mirovahiyê, civakê û mirovan tê bikaranîn têkoşînê bimeşîne. Em cihên ku madeyên hişbir lê tên firotin û bikaranîn hildiweşînin da ku em civakek nû ava bikin, civakek nû derxin holê.”

‘Xebatên me dê berdewam bikin’

Hevşaredara Baglarê Leyla Ayaz jî diyar kir ku ew wek rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê xwedî li hamleya "Rabin" a ku Platforma Şîyar Be dabû destpêkirin derdikevin. Ayaz got ku di vê çarçoveyê de ji hilweşandina mekanên metruk ên ku made lê tên bikaranîn heta ronîkirina park û kolanên tarî, ji agahdarkirina gel a li ser bikaranîna madeyan heta tedbîrên rêgir ji bo ciwanan, hemû xebat hatine destpêkirin.

Ayaz wisa axivî: “Heta niha li Baglarê me nêzî 210 avahiyên metruk ên ku made lê dihatin bikaranîn, fuhuş lê dihat kirin û bi tevahî bandor li civakê dikirin hilweşand, em ê hilweşandinê berdewam bikin jî. Di çarçoveya vê hamleyê de divê hemû dînamîkên bajarê me, ji rêxistinên civaka mevilî heta rêxistinên kedê, heta parêzgarî û emniyetê piştgiriya vê kampanyayê bikin. Xebat û polîtîkayên me yên ji bo pêşvebirina hişmendiya civakî ya li dijî bikaranîna madeyan ku qesta giyanê ciwanên me dike û civaka me bi tevahî ber bi rizînê ve dibe; yan jî ji bo ku em vê madeyê ji vê bajarî, ji vê erd-nîgarê bi temamî paqij bikin dê berdewam bikin.”

Ji niştecîhên taxê piştgirî ji bo xebatan

Welatiyên li Taxa Muradiyeyê ku piştgirî dan xebatên hilweşandinê jî diyar kirin ku bi rakirina avahiyên ku demeke dirêj e dibûn sedema fikarên ewlehiyê û bibûn warê kesên alûdekarên madeyan, taxê bêhneke rehet girt û wan spasî ekîban kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan