Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Jin û Malbatan

Li Bîstanê Bajêr ê Komûna Jinan de dema hilberîna zivistanê dest pê kir

Li Bîstanê Bajar ê Komûna Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî berhemên havînê dema çandiniya zivistanê dest pê kir. 14 jinên ku li qada 18 donimî hilberînê dikin, ji biryarên li ser berhemên werin çandin bigire heta bi bikaranîna qadê hemû biryar bi awayekî hevpar girtin û pîlên zivistanê bi axê re anîn cem hev.

Xebatên Bîstanê Bajar ê Komûna Jinan ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî yên Şaredariya Bajarê Mezin ve tên meşandin, li kampusa Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ya li Talaytepê ya navçeya Peyasê (Kayapinar) dewam dikin. Jinên ku li qada 18 donimî çandinî, lênihêrîn û berhevkirina berhemên havînê pêk anîn, li gorî daxwazên xwe ji bo dema hilberîna zivistanê careke din hatin cem hev.

Berhemên zivistanê hatin çandin

Miştelên sebzeyan ên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ve bi armanca parastin û piştgiriya tovên xwecihî hatibûn mezinkirin, hatin çandiniya qada bîstanî. Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer jî bi jinan re beşdarî çandiniya miştelan bû.

Li bîstanî kelema spî, xes, brokolî, gilûrok (karnabahar), silîk (pazı), tivir (turp), spanak, pincara sor û pîvaza hûr çandin. Tê plankirin ku xebatên lênihêrîn û berhevkirinê yên berheman bi keda hevpar a jinan werin domandin.

Biryar bi awayekî hevpar ji aliyê jinan ve tên girtin

Ozden Gurbuz Sumer a ku derbarê xebatê de ku armanc dike keda jinan û piştevaniya wan mezin bike axivî, diyar kir ku 14 jinan grûpeke hilberînê ava kirine. Sumer got ku ji berhemên ku werin çandin bigire heta bi bikaranîna bîstên gelek biryar bi awayekî hevpar ji aliyê jinan ve tên girtin.

Sumer anî ziman ku bîstan qadeke kolektîf e ku jin bi hatina cem hev ava dikin, diyar kir ku şaredarî piştgiriya teknîkî, alav û miştelan pêşkêş dike û got: "Hevalên me yên jin ew kes in ku herî zêde kedê didin, berheman diçînin zikê axê, mezin dikin û lênihêrîna wan dikin. Ji ber vê yekê ji bo me gelekî girîng e ku ew di van pêvajoyên biryardanê de cih bigirin."

Sumer da zanîn ku di çarçoveya xebatê de ji jinan re li ser gelek mijaran ji çêkirin û parastina tovan bigire heta bi zanîna ax û nebatan perwerde hatine dayîn, her wiha destnîşan kir ku ji bilî hilberînê li ser zayendiya civakî, piştevaniya û qadên tundiyê jî xebatên hişyariyê tên meşandin.

Berhem hem di malan de hatin nirxandin hem jî dan firotin

Di dema havînê de beşek ji berhemên ku li bîstanî hatibûn bidestxistin ji bo pêdiviyên malê yên jinan hatin bikaranîn, beşek jî di tirşî û amadekariyên zivistanê de hatin nirxandin. Beşek ji berhemên jinan jî li derdora wan hatin firotin.

Sumer diyar kir ku bi zêdebûna hilberînê re di paşerojê de armanc ew e ku qadên bazarê yên mayinde werin avakirin, û got ku li Tesîsa Civakî ya Hemravatê ya ku tê plankirin di demeke nêzîk de bê vekirin, ew ê berhemên grûpên hilberînê yên jinan werin nîşandan û danîn firotinê.

Sumer da zanîn ku li gel sebzeyên li bîstan têne hilberandin, berhemên bîhnxweş û dermanî, nebatên hişkkirî, tirşî û berhemên grûpên hilberînê yên cuda yên jinan jî dê li tesîsa civakî bi gel re werin cem hev.

Berpirsara Bîstanê Bajêr ê Komûna Jinan Gulistan Fîlîz diyar kir ku ew nêzî çar meh û nîv e bi jinan re hilberînê dikin û destnîşan kir ku bîstan ji bo jinan di aliyê civakî û psîkolojîk de jî qadeke girîng e.

'Qadeke komûnal hate avakirin'

Fîlîz da zanîn ku jin dikarin li bîstanî demê ji xwe re veqetînin û got: "Qadek hate avakirin ku jin jiyana komûnal bi hev re diçînin."

Fîlîz da zanîn ku li ser daxwaza jinan derbasî hilberîna zivistanê bûne û diyar kir ku di vê demê de berhemên wekî şêlim, tivir, selete, gilûrok, brokolî, kelema spî, rihan, sîr û pîvaz dê werin çandin.

'Li vir ji me jinan re pir baş hat'

Melek Acemoglû ya ku yek ji jinên hilberîner e diyar kir ku ew bi xebata bi hev re piştevaniya hev dikin û ezmûnên xwe parve dikin. Acemoglû anî ziman ku berhevkirina wan berhemên ku wan çandiniya wan kiriye û lênihêrîna wan kiriye û birina wan a malê ew kêfxweş dike.

Acemoglû da zanîn ku beşek ji sebzeyên li bîstên têne hilberandin di amadekariyên zivistanê de tên nirxandin û tevkariya madî û manewî ya hilberînê bi van gotinan anî ziman: "Dema em dihatin vir û lênihêrîna wan dikirin em hinekî diqelandin lê dema em berheman dibirin malê û datînin ser sifrê xwe, em westiyana xwe ya li vir ji bîr dikin. Hem di aliyê madî de hem jî di aliyê manewî de, li vir ji me jinan re pir baş hat."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan