Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Diyarbekirê “Hefteya Mutbexa Tirkî”

Bi serperiştiya Serokomariyê, bi desteka Wezareta Çand û Turîzmê ‘Hefteya Mutbexa Tirk’ hate lidarxistin û Walî Alî Ihsan Su beşdarî bernameyê bû û tê de xwarinên herêma Diyarbekirê hatin nasandin. Di çarçoveya ‘Hefteya Mutbexa Tirkî’ de ku bi serkêşiya hevjîna Serokkomar Emîne Erdogan hatiye avakir

Bi serperiştiya Serokomariyê, bi desteka Wezareta Çand û Turîzmê ‘Hefteya Mutbexa Tirk’ hate lidarxistin û Walî Alî Ihsan Su beşdarî bernameyê bû û tê de xwarinên herêma Diyarbekirê hatin nasandin.

Di çarçoveya ‘Hefteya Mutbexa Tirkî’ de ku bi serkêşiya hevjîna Serokkomar Emîne Erdogan hatiye avakirin, Walitiya Diyarbekir, Şaredariya Bajarê Mezin û Zanîngeha Dîjleyê li oteleke Yenîşehrê bernameyek hate lidarxistin.

Di bernameyê de xwarinên herêmî hatin pêşandan û Walî Alî Ihsan Su li stantan geriya û der barê xwarinan de agahî wergirtin.

Walî Su, di axaftina vekirinê de diyar kir ku bajêr xwedî dîrokeke kevnar a çandî ye.

Walî Su, diyar kir ku bajêr di warê gastronomiyê de li cihekî giring e û got, “Diyarbekir xwedî dîrokeke kevnar a 12 hezar salî ye. Malovanî li gelek çandan kiriye. Şopên her çandekê li vê derê hene, van çandan gastronomiyeke pir dewlemend pêk aniye."

“Mutbexa Diyarbekirê, tu tiştî îsraf nake jê sûdê werdigire”

Walî Su, bi bîr xist ku Diyarbekir di warê gastronomiyê de ji her milî ve bi pêş dikeve û weha axivî:

“Di warê gastronomiyê de xwarinên me cure cure ne, ji xwarinên şîrîn bigire heta yên tûj, yên şor heta yên tahl gelek taybetiyên xwe hene. Çimkî li mutbexa wê xwarin nayên israfkirin şûna wê tên mezaxtinê. Zivistanê hişk dikin, qajikên hişkirî tên qelandin, wan dikin şîrînayî. Lewra mutbexa Diyarbekir ligel ku xwedî cureyên dewlemend e heman wext israf tê de tune ye.”

“Divê em xwarinên xwe tescil bikin”

Walî Su bal kişand ser giringiya nasandina xwarinan di warê navneteweyî de û weha axivî:

“Hin xwarinên me hatin tescîlkirin, nîşana cografî hildane û bo Tora Bajarên Afrîner ên UNESCOyê di warê gastronomî de hatin wergirtin. Divê em vê zêdetir bikin. Divê em bikin ku ev berhem di qada navneteweyî de jî bêne tecsîlkirin.”

“Diyarbekir xwedî gastronomî, dîrok û spehîtiyeke bêhempa ye”

Walî Su amaje pê kir ku çanda dewlemend a mutbexê dê berê turîzmê bide bajêr û weha got:

“Giring e ku nirxên xwe bidin nasîn, serçaviyên me yên pir zengîn hene, her tiştê me heye. Heke em wan nedin nasîn, belav nekin ew ê mîna qutîyeke girtî bimînin di destê me de. Divê Diyarbekir, bi çanda xwe, bi gastronomîya xwe bête nasandin, bila hayê her kesê jê çêbe. Ev xebatên han dê berê turîstan bide bajêr.”

"Em ê hejmara berhemên xwedî nîşan bikin 70’ê"

Hîndekarê Bernameya Aşpêjiyê yê Xwendingeha Bilind a Zanistên Civakî ya Zanîngeha Dîjleyê Cuneyt Ateş jî aşkere kir ku henat niha li Diyarbekirê 34 berheman nîşana coğrafik hildaye û hatine tecsîlkirin û got, “Me 63 dosye dane, em ê nava vê salê vê hejmarê bikin 70ê. Hema bêje ev rekora Tirkiyeyê, çimkî hema bêje salekê de em bûn bajarê ku herî pir berhem pêşkêş kirine û herî pir nîşan hildane.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan