Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Farqînê ew cadeya ku ji ber lehiyê zirar dîtibû tê nûkirin

Tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Tamîrkirina Rêyan û Şaredariya Farqînê, xebatên xwe yên nûkirinê yên ku li ser rêyên piştî lasera 20’ê Nîsanê zirar dîtibûn dabûn destpêkirin, didomînin. Tîmên ku li Cadeya Perwerdehiyê ya li Taxa Baxlarê ya ku ji ber lehiyê texrib bûbû dest bi xebatê kirin, ji bo ku gihandinê dîsa bikin ewleh û rehet mesaiyeke giran didin. Piştî ku binesaziya rê hat temamkirin, derbasî rijandina asfalta germ bûn.

Hezar ton asfalta germ tê rijandin

Di çarçoveya xebatan de, di rêbenda ku bi giştî 400 metre dirêj e de, nêzî hezar ton asfalta germ tê rijandin. Tîm dê xebatên asfaltkirinê di demeke kurt de temam bikin û rê bixin ber xizmeta welatiyan.

Rehetiya gihandinê dê were zêdekirin

Bi nûkirina rûyên rêyên ku piştî karesata lêserê xira bûbûn, tê armanckirin ku li herêmê ewlehiya gihandinê û rehetiya ajotinê were zêdekirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan