Li Gêla Diyarbekirê xebatên peyzajê dest pê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, bi projeyekê peyzaja jîngeha navbera Keleha Asûr û Goristana Pêxemberan a li navçeyê Gêlê çêdike.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şûnwarên bajêr ên xwedî giringiya turîzmê ya di bîwarê dîrokî û çandî bibin cihên serincrakêş û seredanan projeyan bi pêş dixe.
Serokatiya Park û Baxçeyan, projeyek bi navê “Seroberkirina Jîngeha Goristanên Pêxemberan û Keleha Gêlê” xebatek seroberkirina jîngehê li navçeyê Gêlê da destpêkirin.
Di çarçoveya xebatê de, dê hewldan bêne kirin da ku Goristanên Pêxemberan bo Lîsteya Mîrateyên Demborî yên Cîhanê ya UNESCO’yê bê wergirtin. Ji bo mêvanên xweyanî û biyanî bi rehetî bikaribin serdana Keleha Gêlê û Goristanên Şahîşahan bikin dê di nav 5 hezar metrekareyê de rêyeke1,8 kîlometir bête çêkirin.
Di çarçoveya projeyê de, ji bo mêvan der barê dîroka navçeyê de bibin xwedan pêzanîn dê 2 lewheyên pêşwazîkirinê, 2 rawestgeh û 8 lehweyên danasînê lê bêne vedan.
