Li gundên Çermûgê golên avdanê tên nûkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bêrmên Ava Vexwarinê ya Ajalan (HÎS) û yên avdanê ku li Çermûgê damara jiyanê ya hilberîna gundewarî ne, ji nû ve dixebitîne. Bi xebatên ku cotyaran bi gotina “Ev av nebe heywanên me ji tîna dimirin. Ji bo wê ev bêrm ji bo me heyatî ne” bal kişandin ser girîngiya wan a jiyanî, li taxên Apikan û Bîrcemalê hewcedariya ava 48 hezar û 500 heywanî hat dabînkirin û 130 dekar erdê çandiniyê gihandin avê; li Bîrwêranê jî çêkirina bêrma ku dê xizmetê bide 50 hezar heywanî û 250 dekar erdê çandî dest pê kir.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ji bo ku domdariya ajaldarî û hilberîna çandiniyê li taxên gundewarî misoger bike, li bêrmên Ava Vexwarinê ya Ajalan û yen avdanê xebatên lênêrîn, tamîrat û nûjenkirinê dimeşîne. Tîmên destwerdana lezgîn ku li ser vê saziyê hatine avakirin; çavkaniyên avê yên ku ji ber barana zêde, lehiyê û xirabbûna bi derbasbûna demê re bêkêr mabûn, yek bi yek ji nû ve dixebitînin. Di vê serdemê de ku bandorên krîza îqlimê û xetereya hişkesaliyê zêdetir tên hîskirin, bi xebatên ku tên kirin armanc ew e ku axa pîroz û mêrgên berfireh ên Çermûgê bikevin bin misogeriyê.
Li Apikanê bêrma HÎSê ji nû ve ket ber xizmetê
Di çarçoveya xebatan de li Taxa Apikanê li bêrma HÎSê ku hewcedariya ava 40 hezar û 500 heywanî dabîn dike, lênêrîn û tamîrat hat kirin. Piştî ku xebatên tîman temam bûn, bêrm bi kapasîteya xwe ya tijî ji nû ve ket fealîyetê.
Bi ji nû ve xebitandina bêrmê re, armanc ew e ku gihîştina ava vexwarinê ya ajalan ji bo welatiyên ku li taxê bi ajaldariyê re mijûl dibin hêsantir bibe û bi taybetî di serdemên hişkesaliyê de rê li ber pirsgirêkên avê bê girtin.
Li Bîrcemalê ji bo 8 hezar heywan û 130 dekar erdî av
Xebatên nûjenkirinê yên di bêrma li Taxa Bîrcemalê de jî ku hem ji bo ajaldariyê hem jî ji bo hilberîna çandiniyê girîng e, temam bûn. Bêrma ku hewcedariya ava nêzî 8 hezar heywanî dabîn dike û 130 dekar erdê çandiniyê bi avê re digihîne, bi destwerdanên hatine kirin ji nû ve ket rewşa xebatê.
Bi vekirina bêrmê re, xeynî dabînkirina hewcedariya ava vexwarinê ya ajalan, dê tevkariyek bide avdana erdan jî. Bi vê yekê dê hilberînerên ku li taxê debara xwe bi ajaldarî û çandiniyê dikin, bi awayekî birêkûpêktir bigihêjin çavkaniyên avê.
Li Bîrwêranê dê 50 hezar heywan sûdê werbigirin
Tîmên Serokatiya Saziya Xizmetên Gundewarî, piştî xebatên li taxên Apîkann û Bîrcemalê, li Taxa Bîrwêranê jî dest bi xebatên nûjenkirina bêrmê kirin. Bêrma ku dê tevî taxên derdorê hewcedariya ava nêzî 50 hezar heywanî û 250 dekar erdê çandî dabîn bike, piştî xebatên lênêrîn û nûjenkirinê dê ji nû ve bi kapasîteya tijî bê bikaranîn.
Tîm ji bo ku rê li ber tevlêbûna ava gemar a ji taxê tê bixebitînin, dê kanalek bi dirêjahiya nêzî 200 metreyî jî çêbikin. Bi vê xebatê armanc ew e ku hem ajaldariya li mêrgan bê piştgirîkirin hem jî hewcedariya ava erdyên çandiniyê bê dabînkirin.
Bêrmên li 4 taxên din jî ketin nav bernameyê
Xebatên nûjenkirina bêrman ên li navçeya Çermûgê tenê bi Taxa Bîrwêranê re sînordar namînin. Di çarçoveya projeyê de bêrmên li taxên Fusaynî, Musîkan, Herbetal û Bîrê jî ketin bernameya xebatê. Tê plankirin ku bêrmên van taxan jî di demeke kurt de bêne nûjenkirin û ji nû ve bikêr bêne kirin.
‘Ev av nebe heywanên me ji tîna dimirin’
Welatî ji ber xebata şaredariyê ya ber bi taxên gundewarî ve kêfxweş in. Muxtarê Taxa Bîrwêranê Sadik Aslan diyar kir ku bêrm ji bo xebatên ajaldariyê yên li taxê girîngiyeke mezin hildigire û ji Şaredariya Bajarê Mezin re spasiyên xwe pêşkêş kirin.
Aslan got: “Gundê me ji 130 malan pêk tê. Em bi ajaldariyê re mijûl dibin. Me ji bo vê bêrmê serî li Şaredariya Bajarê Mezin da. Niha li vir ji bo bêrmê xebata lênêrînê tê kirin. Ji bo ku ava gemar a gund tevlî vir nebe jî xebatek tê meşandin. Li gundê me nêzî 45 hezar heywanên biçûk, 2 hezar heywanên mezin hene. Li vir gelek hewcedariya me bi avê heye. Ev av nebe heywanên me ji tîna dimirin. Em jî nikarin ajaldariyê bikin. Xwedê ji şaredariyê razî be. Em ji wan re spasiya xwe dikin.”
‘Ev bêrm ji bo me heyatî ne’
Ramazan Aslan ku li taxê dijî û di heman demê de Serokê Yekitiya Şîr a Çermûgê ye, anî ziman ku bêrm ne tenê ji bo Bîrwêranê, ji bo ajaldarên li taxên derdorê jî girîng e.
Aslan got: “Ez li vê gundî dijîm. Xelkê gund bi ajaldariyê debara xwe dike. Ev bêrm nebe em nikarin ajaldariyê bikin. Ji gundên derdorê jî welatî heywanên xwe tînin vir û hewcedariya wan a avê çareser dikin. Şaredarî niha li du bêrman xebatê dike. Eger ev bêrm nebin di van demên de heywanên ku ji Erzerûmê tên dê ji tîna telef bibin. Herêma me ji xeynî ajaldariyê bi ti işekî din re mijûl nabe. Ji ber vê yekê ev bêrm ji bo me heyatî ne.”
Aslan van xebatên ku hatine kirin wek xizmeteke girîng nirxand û got: “Ji ber xebatên wan em ji şaredariya xwe re gelek spasiya xwe dikin. Bêguman di paşerojê de xebateke modern de hebe gumanam tune ku şaredarî dê wê jî bike. Li bêrmên din jî xebat tê kirin. Ji bo me xizmeteke pir baş e. Em ji wan re gelek spasiya xwe dikin.”
‘Hemû çavkaniya debara me bi vê bêrmê ve girêdayî ye’
Şêniyê taxê Ramazan Kiliç jî diyar kir ku bêrm ji bo domdariya ajaldariyê tiştekî ku jê dev nayê berdan e.
Kiliç got: “Ev bêrm ji bo me rewşeke heyatî ye. Hemû çavkaniya debara me bi vê bêrmê ve girêdayî ye. Ev bêrm nebe em jî bêçare dimînin. Ji ber ava kanalîzasyonê ya ku ji gund dihat berê hin heywanên me telef bûn. Ji ber wê, ji bo ku ava kanalîzasyonê ya gund tevî bêrmê nebe niha Şaredariya Bajarê Mezin li vir xebata kanalekê dike.”
Kiliç anî ziman ku zêdekirina kapasîteya ava bêrmê jî girîng e û diyar kir ku bi bilindkirina bendan bi qasî 2 metreyan dê bê mîsogerkirin ku bêrm zêdetir avê bigire.
Li 47 xalan piştgiriya geşepêdana gundewarî
Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi projeya rehabîlîtasyona 47 bêrman ku li seranserê kentê hatine diyarkirin, armanc ew e ku berhemdariya çandiniyê bê zêdekirin, hewcedariya ava vexwarinê ya ajalan bê dabînkirin û lêçûna hilberînê ya ajaldaran bê kêmkirin.
