Li Taxa Palûkê xeta ava vexwarinê ya 15 salan tê nûkirin
Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xeta ava vexwarinê ya nêzî 15 salan ku li Taxa Palûkê gelek caran xirab dibû, nû dike.
Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo nûkirina xeta ava vexwarinê ku li Taxa Palûkê bi demê re hejmara arizeyên wê zêde bibû, dest bi xebatê kir. Tê plankirin ku xebata ji aliyê Rêveberiya Şaxê Avahîsaziya Veberhênanê ve tê meşandin di nav 10 rojan de temam bibe.
Arize û teqîna boriyan a di xeta ku nêzî 15 sal berê hatibû danîn de, dibû sedema astengiyan di peydakirina avê ya li taxê de. Piştî lêkolînên teknîkî yên ji aliyê DÎSKÎyê ve hatin kirin, biryara nûkirina xetê hat dan. Bi vê xebatê tê armanckirin ku hejmara arizeyan kêm bibe, berdewamiya peydakirina avê biqewite û nêzî 200 malbat bi awayekî ewletir bigehêjin şebekeyê.
Li kolanên teng xebata bi kontrol
Ji ber avahiya kolanên teng ên taxê, karên kolandin û danîna boriyan bi berçavgirtina mercên qadê tên kirin. Ekîb, bi nihêrandina hêmanên jêrxanê yên heyî û mercên çûnûhatinê yên li ser rêya xebatê, nûkirina xetê qonax bi qonax dimeşînin.
Bi xistina dewrê ya xeta nû re tê pêşbînîkirin ku rîska arizeyên ji boriyên kevn çêdibûn dakeve û hewcedariya mudaxaleyê kêm bibe. Bi vê yekê tê armanckirin ku ewlehiya karkirinê ya şebekeya ava vexwarinê zêde bibe û xirabûna ku ji ber arizeyan li ser struktura rêyan çêdibû bê sînordarkirin.
Rêveberiya avê ya dûrdirêj
Endazyarê Çavdêriyê yê Projeyê Îbrahim Okan diyar kir ku nirxandina rewşa heyî ya xetên ava vexwarinê li gorî daneyên qadê û hewcedariyên karkirinê, yek ji hêmanên sereke yên rêveberiya avê ye. Okan anî ziman ku nêzîkatiya nûkirinê ya ku temenê jêrxanê berçav digire, alîkariyê dide kêmkirina rîskên karkirinê yên ku di paşerojê de çêdibin û weha axivî:
“Nêzîkatiya me ya sereke di birêvebirina avê de ev e ku em ji mudaxalekirina arizeyê wêdetir, rewşa şebekeyê ya paşerojê jî bibînin. Dema ku em temenê hêmanên jêrxanê, boriya arizeyan û nifûsa ku xizmetê didiyê bi hev re binirxînin, em dikarin biryarên nûkirinê bi awayekî saxlemtir bidin. Xebata li Taxa Palûkê jî beşek ji têgihîştina rêveberiya şebekeyê ya dûrdirêj e ku tê de çavkanî bi bandor tên bikaranîn, windahiya avê û rîskên karkirinê tên kêmkirin.”
Arizeyên di xeta kevn de bandor li jiyanê dikir
Adil Efe ku nêzî 50 sal in li Taxa Palûkê dijî, diyar kir ku arizeyên di xeta kevn de demeke dirêj e bandor li jiyana taxê dikir. Efe anî ziman ku ew li bendê ne xeta nû bibe çareseriyeke domdar ji bo herêmê û weha got:
“Xeta kevn nêzî 15 sal berê hatibû çêkirin. Di demên dawî de gelek caran arize û teqîna avê çêdibûn. Gelê taxê ji vê rewşê bandordar dibû. Nêzî 200-300 mal û nêzî hezar kesî dê ji xeta nû sûdê werbigirin. Ji ber vê xebatê em spasiya Şaredariya Bajarê Mezin û DÎSKÎyê dikin.”
Ji niştecihên taxê Samî Acet jî got ku arizeyên boriyan ji bilî peydakirina avê, bandor li rewşa fizîkî ya kolanan jî dikir. Acet diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li taxê wan serlêdan kiriye û weha axivî:
“Ji ber ku xet kevn bibû gelek caran diqetiya. Birîna avê çêdibû, kevirên parkeyan zirar dîtibûn û di kolanan de kort çêdibûn. Me bi hevalên xwe û muxtarê xwe re serlêdan kir. DÎSKÎyê daxwaza me nirxand û ji bo nûkirina xetê dest bi xebatê kir. Em spasiya yên ked dane dikin.”
