Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Projeler Şube Müdürlüğü

Li Taxa Şêx Şamîl xeta nû ya kanalîzasyonê ket ber xizmetê

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ’yê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku hewcedariya kanalîzasyonê ya li qadên avahîsaziya nû yên li Taxa Şêx Şamilê ya navçeya Rezanê bişîne, 2 hezar û 500 metre xeta kanalîzasyonê û 50 bîroka kontrolê (muayeneyê) ava kir. Xeta nû ku tevî torê ya heyî hate kirin, ket ber xizmetê.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), li wan herêmên ku avahîsaziya nû lê zêde dibe, xebatên xwe yên ji bo dabînkirina hewcedariya binesaziyê (jêrxanê) li gorî kapasîteya tora heyî û hewcedariyên qadên geşedanê didomîne.

Di vê çarçoveyê de, ji bo avakirina binavahiya kanalîzasyonê ya li qadên avahiyên nû yên li Taxa Şêx Şamîl a navçeya Rezanê, xeta nû ya kanalîzasyonê ku dirêjahiya wê 2 hezar û 500 metre ye hate danîn. Piştî temambûna xebatên hilberînê, xeta nû ku bi tora kanalîzasyonê ya heyî ve hat girêdan, ket ber xizmetê.

Ji bo xebitandin û lênêrîna xetê 50 bîrokên kontrolê hatin çêkirin

Di çarçoveya xebatê de, bi mebesta ku karên kontrol, lênêrîn û paqijkirina xetê bi awayekî bibandortir bimeşin, 50 bîrokên kontrolê jî hatin çêkirin.

Bi saya bîrokên kontrolê, gihîştina ji bo xalên cûda yên xeta kanalîzasyonê tê peydakirin û armanc ew e ku di rewşên xerabûn, xetimîn û hewcedariyên lênêrînê de mudaxeleyek lezgîntir bête kirin.

‘Hewcedariya binesaziyê ya avahîsaziya nû hat dabînkirin’

Endaziyarê Denetkirina Projeyê Îbrahim Okan ku li ser xebatê agahî da, diyar kir ku xebata hatî kirin ji bo peydakirina hewcedariya kanalîzasyonê ku li Taxa Şêx Şamîlê li gel avahîsaziya nû derketibû holê girîng e. Okan wiha axivî: “Ji bo dabînkirina hewcedariya binavahiya kanalîzasyonê ya li qadên ku avahîsaziya nû lê zêde bûye ya li Taxa Şêx Şamîlê, me çêkirina xeta nû ya kanalîzasyonê ku 2 hezar û 500 metre dirêj e temam kir. Me di dirêjahiya xetê de 50 bîrokên kontrolê jî çêkirin û ji bo pêvajoyên kontrol, lênêrîn û xebitandina binavahiyê xalên gihîştinê yên pêwîst afirandin. Piştî temambûna xebatan, me xeta nû tevî tora kanalîzasyonê ya heyî kir û me da ber xizmetê.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan