Maceraperest li Diyarbekirê bûn
Walîtiya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezin, maceraperestên ku dê sibe beşdarî Fesvîlava Off Road a li Cihê bibin, li bajêr gerandin. Berî organizasyona ku bi piştgiriya Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin, bi wesayitên ku xwe 4x4 li Meydana Deriyê Çiyê li hev kom bûn. Ajokar bi wesa
Walîtiya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezin, maceraperestên ku dê sibe beşdarî Fesvîlava Off Road a li Cihê bibin, li bajêr gerandin.
Berî organizasyona ku bi piştgiriya Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin, bi wesayitên ku xwe 4x4 li Meydana Deriyê Çiyê li hev kom bûn.
Ajokar bi wesayitên xwe karwan li dar xist li kuçe û kolanên bajêr tevî sîrenan gerîyan û welatiyan eleqeyeke germ nîşan da.
Pîlot Yasemîn Biber Toler ji Stenbolê beşdarî Off Roadê dibe, diyar kir ku ew pê xweş e ku li Diyarbekirê beşdarî festîvaleke bi vî rengî dibe.
Toker, diyar kir ku wan bi vê mebestê serdana Dibistana Yatir a Gêlê kiriye, li wir boyax diyarî kiriye û got, “Niha em li navendê ne. Em wesayitan didin nasîn. Sibê em ê herin Licê.”
Toker got ku wî gelek Diyarbekir ecibandiye û weha axivî:
“Mêvanperwerî û xwebîniya Diyarbekiran tîhna xwe da me jî. Me hevalên nû ji xwe re çêkirin. Bajarekî bêhempa ye. Piştî vê em bang li Diyarekiriyan dikin bila ew bêne Gîreûnê.”
