Mala Zanînê xeyalên wan tîne cih
Xwendekarên li Malên Zanînê yên bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de alîkariya perwerdeyê werdigirin di ezmûna LGSê de bi ser ketin û 561 xwendekar bi xeyala xwe şa bûn. Xwendekarên di malên zanînê yên Navendî, Selahedîn Eyûbî, Bismil Prof. Dr. Azîz Sancar û Hanî Gurbiz ên bi ser Serokatiya Daîreya X
Xwendekarên li Malên Zanînê yên bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de alîkariya perwerdeyê werdigirin di ezmûna LGSê de bi ser ketin û 561 xwendekar bi xeyala xwe şa bûn.
Xwendekarên di malên zanînê yên Navendî, Selahedîn Eyûbî, Bismil Prof. Dr. Azîz Sancar û Hanî Gurbiz ên bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de perwerde dibin, 12 ji wan lîseya fenê, 430 lîseya Anadolu, 85 lîseya teknîk û pîşeyî, 25 lîseya îmam xetîbê, 5 lîseya zanistên sosyale, 3 lîseyên pir mijarî, 1ê ji wan jî lîseya pîşeya tenduristiyê bi dest xist.
Ligel perwerdeyê çalakiyên sosyal jî hene
Mahmut Anil Ak Lîseya Fenê ya Peyasê bi dest xistiye, got ku ji sinifa 5ê ve ye ew têt mala zanînê û vê derê gelek fêde daye wî.
Ak, diyar kir ku bi saya perwerdeya li mala zanînê wî Lîseya Fenê bi dest xistiye û got, perwerdekar gelekî baş pê re mijûl bûne û ligel perwerdeyê li vê saziyê çalakiyên sosyal jî kirine.
Ak, got ku ew dixwaze dema lîseyê jî ji akademî lîseyên Şaredraiya Bajarê Mezin desteka perwerdeyê werbigire û got ku ew dixwaze zanîngeha tipê bixwîne.
Tuncay Ak der barê kurê xwe de weha axivî:
“Hê sinifa 5ê me qeyda wî li malên zanînê çêkir, em gelek memnûn in. Ez bi xwe hatim min perwerdeya wan dît, ez ji her kesê re dibêjim bila zarokên xwe bînin vir. Ez bi kurê xwe serbilind im.”
“Ev der ji bo xebitîna bi dersan cihekî xweş e”
Derya Çetînkaya 13 salî ye û Lîseya Fenê ya Peyasê bi dest xistiye, got ew ji encamê gelekî kêfxweş e.
Çetinkaya diyar kir ku qonaxa xebitîna dersê jê re çetin hatiye lewra wê qeyda xwe li mala zanînê çêkiriye û got, vê saziyê tevkarî li serkeftina perwerdeya wê kiriye.
Çetinkaya weha got, “Mala Zanînê ji bo xebitîna li dersan cihekî xweş e. Ligel perwerdeyê ez beşdarî çalakiyên sosyal jî dibûm û vê ez motive dikirim. Her weha ji bo me dibû bêhnvedan jî.”
Derya der barê keça xwe Zeynep Çetinkaya de got, mala zanînê perwerdeyeke baş da keça min û ew jî bi ser ket, ji ber vê ez gelekî bextewar im.
“Min berdêla xebata xwe stand”
Nîsa Kose 14 salî ye û Lîseya Anadolu ya Nevzat Ayaz bi dest xistiye got ew gelekî kêfxweş e û weha axivî:
“Ji sinifa 5ê ve ye ez têm mala zanînê. Perwerdekarên vê saziyê gelek alî min kirin. Min kêmasiyên xwe ji wan re digotin, wan jî her dem alîkariya min dikirin. Niha ez diçim sinifa 8ê û min berdêla xebata xwe wergirt.”
Kose, diyar kir ku ji bo zanîngehê jî ew dixwaze qeyda xwe li lîseyên akademî yên bin banê Şaredariya Bajarê Mezin çêke û ji perwerdeya wan sûdê werbigire.
Berpirsa Nîsayê Zubeyde Babayigit jî got, “Ji ber serkeftina Nîsayê gelekî bextewar e, pê serbilind e. Ji ber desteka wan spasiya mamoste û mala zanînê dikim. Xwedê ji wan razî be.”
