Medreseya Xatûniye dibe Mala Zanînê
Şaredariya Bajarê Mezin, Medreseya Xatûniye ku li navçeya Henê ye dike Mala Zanînê, dê 1500 xwendekar jê sûdê werbigirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Medreseya Xatûniye dagerîne Mala Zanînê xebat dan destpêkirin. Ev medrese di nav “Mîrateyên Çandî yên Tirkiyeyê” de ye û ciwan dê jê sûdê werbigirin.
Demeke gelek dirêj e ev medrese nayê bikaranîn, gelek deverên wê xirabe ne û cih bi cih ber hilweşandinê ne, ekîb dê cihên xirabe çeke, derî û pencereyên wê nû bike û tesisata elektrîkê lê bikêşe.
Polên 12 dersgeh tên pêkanîn
Serokatiya Xizmetên Ciwan û Sporê, Medreseya Xatûniye xwedî nimûneyên hunera xetê û kevirkariyê ye, piştî xebatên restorasyonê dê polen 12 dersgehî yên biaqil bên dabînkirin.
Di Mala Zanînê ya Medreseya Xatûniyê de, dê pirtûkxane, salona konferansê, sinifên aqil û jîrayî, teknozanistê, muzîk û wêneyan hebin.
Xwendekar bi awayekî bêpere dê dersên Zanista Fenê, Matematîk, Tirkî, Zanistên Civakî û Îngilîzî bibînin, ji bilî dersên sereke dê ji çalakiyên çandî, civakî û sportîf jî sûdê werbigirin.
Piştî xebatên çaksaziyê yên 120 rojan dê perwerdeya li medreseyê dest pê bike.
