Meydana Mizgefta Qurşinî dibiriqe
Şaredariya Bajarê Mezin, xebata biseroberkirina hawirdorê ya li Meydana Mizgefta Fatîh Paşa (Qurşinî) bi encam kir.
Serokatîya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin, xebata biseroberkirina hawirdorê ya li Meydana Mizgefta Fatîh Paşa (Qurşinî) bi encam kir û meydana mizgeftê bi halê xwe yê nû dibiriqe.
Ekîban, ji bo binesaziya wê tekûz bikin û ji bo dar û devî û kulîlkên li meydanê pê bêne avdan, boriyên avdanê li bin erdê danîn. Ji bo cihê ku dê dar û ber, devî û kulîlk lê bên çandin jî 4 hezar metrekup axa bi zibil kişand.
Ji bo zemînê kevirê bazalt hat danîn
Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Binesaziyê, di çarçoveya xebata biseroberkirina hawirdorê de ji bo zemîna meydanê 800 metrekare bordûrê bazalt, 800 metrekare kevirê bazalt û 2500 metrekare jî kevirê kop danî û ji bo mêvanan dîmeneke spehî anî pê.
Dê navbera Deriyê Qesrê û Birca Keçikê bibiriqe
Şaredariya Bajarê Mezin, bi 36 stûnên dekoratif ên li Meydana Mizgefta Qurşinî bicihkirî, meydan biriqand.
Ekîban, her weha di navbera Deriyê Qesrê û Birca Keçikê de 180 stûnên dekoratif ên ronahiyê dabîn kirin û bi vê yekê kuçeyeke bi prestij a nû ya bajêr çêkir.
