Nivîskar Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay, yek ji navên girîng ê wêjeya kurdî, nivîskar Mehmed Uzun di 19emîn salvegera koça dawî de li ser gora wî bi bîr anî. Di bîranînê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak diyar kir ku Uzun nivîskareke girîng e ku êşên erdnîgariyeke gelekî û sirgûnên wê bi wêjeyê re gihandine hev.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Nivîskarê hêja yê wêjeya kurdî Mehmed Uzun, di 19emîn salvegera koça dawî de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hat bibîranîn. Bîranîna ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay, malbata Uzun, hevalên wî, parêzer û siyasetmedar Serhat Bucak, endamên Komeleya Wêjevanên Kurd, siyasetmedar, nivîskar û gelek welatî beşdar bûn.
Di bîranînê de Hevserokê Komeleya Wêjevanên Kurd Herdem Merwanî axivî û diyar kir ku Mehmed Uzun di wêjeya kurdî de sembol û stûnek e û tekez kir ku wekî komele ew ê di vî warî de kedê bidin berdewamkirin. Bijîşkê ku bi dermankirina Mehmed Uzun re mijûl bûbû Adem Avcî jî diyar kir ku divê hemû nivîskarên kurd xwedî li mîrasê Mehmed Uzun derkevin û got ku Uzun kedeke mezin da wêjeya kurdî.
‘Em ji bîranîna wî serbilind û bi rûmet in’
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak ku di bîranînê de axivî, diyar kir ku ew serbilind û bi rûmet in ku bi hev re navê pêşeng ê wêjeya nûjen a kurdî Mehmet Uzun bi bîr tînin. Hevşaredar Bucak di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman:
"Berhemên ku wî afirandine bêguman ji êşên ku gelê me kişandiye, ji têkoşîna ku gelê me li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê daye çavkaniya xwe digirin. Ji ber vê yekê bi sedsalan qet rojev û girîngiya xwe winda nekirine. Ew edebiyatkarek e, edebiyatkarekî mezin e ku êş û sirgûnên erdnîgariyeke gelekî bi wêjeyê re aniye cem hev, li qada navneteweyî em, gelê kurd, Kurdên Bakur û hemû Kurdên li cîhanê bi rastî jî kirine parçeya herî mezin a vê têkoşîna bi rûmet."
‘Bila gelek Mehmed Uzun pêşiya me ronî bikin’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku ciwanên wêjevan hene ku dê şopê wî bişopînin û têkoşîna ku gelê kurd daye bi nirxên gerdûnî re li cihekî wekhev bigirin û axaftina xwe wiha domand:
“Ez hêvî dikim, ez dixwazim ku yên bi kurdî dinivîsin, yên mîna wî tevî qedexeya ziman a gelekî bi serhişkî bi kurdî dinivîsin, zarokên gelekî ku gav bi gav bi bîrxistina kurdî re rû bi rû tên dimînin, bi serhişkî li diyasporayê bi kurdî dinivîsin û berheman di zimanê dayikê de çêdikin, gelek Mehmet Uzunên mîna Mehmet Uzun pêşiya me ronî bikin."
"Bila careke din serê malbata wî û serê gelê kurd sax be. Bila cihê wî bihuşt be, ruhê wî şad be."
Bernameya bîranînê, piştî danîna qerenfîl û gulan li ser gorê bi dawî bû.
Bernameya bîranînê li Pirtûkxaneya Mehmed Uzun
Piştî bîranîna li ser gorê, li Pirtûkxaneya Mehmed Uzun a ku bi Şaredariya Bajarê Mezin ve girêdayî ye jî bernameya bîranînê hat lidarxistin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Emîn Ay ku beşdarî bernameyê bû, di axaftina xwe de bal kişand ser mîrasa wêjeyî ya Uzun, girîngiya hilberîna bi zimanê dayikê û rola wêjeyê di parastina bîra civakî de.
‘Divê em nirxên xwe di her kêliya jiyanê de bidin jiyîn’
Hevşaredar Ay diyar kir ku ew di kesayeta Mehmed Uzun de bi rêzdarî hemû ciwan, nivîskar û rewşenbîrên kurd ên ku li kêleka gelê xwe sekinîne û bi pênûs û keda xwe têkoşîna ronakbîriyê dane bîr tîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Daxwaz û xwesteka me ya herî mezin; di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ku tê meşandin, ne tenê di rojên bîranînê de, di her kêliya jiyanê de bi awayekî xurt xwedîderketina li nirxên xwe û jiyandina wan e. Ji bilî vê, pêşîniya me divê misogerkirina tifaq û yekîtiya neteweyî be. Bi vî rengî dê ti Kurd neçar nemîne ku li derveyî welatê xwe wekî penaberekî bêsûc mafên xwe biparêze."
