Nûçegihanên çand û hunerê li Diyarbekirê gihîştin hev
Bernameya ‘Hevdîtinên Çapemenî, Çand Huner û Turîzmê’ bi serperiştiya Wezareta Çand û Turîzmê bo cara duyem bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin dest pê kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, rojnamevan û nivîskarên ku li bajarên cuda cuda yên Tirkiyeyê nûçeyên çand, huner, geşt û guzarê çêdikin û endamên Komela Nûçegihanên Çand û Hunerê ne, li Diyarbekirê kirin mêvan.
Nivîskar û rojnamegerên bi encama projeya Hevdîtinên Çapemenî, Çand Huner û Turîzmê hatine Diyarbekirê bi rêberiya rêzanan li şûnwarên dîrokî û turîstîk ên bajêr gerîyan.
Piştî ger û geşta li şûnwarên bajêr civînek hate lidarxistin û Serokê Komela Nûçegihanên Çand û Hunerê Îbrahîm Gokdemîr axaftinek kir û got ku ew hewl didin deverên nedîtî yên Anatolyayê bigerin, şûnwarên çand û hunerî nas bikin û li her çar aliyên welêt bidin naskirin.
Di berdewama bernameyê de axaftin û bîr û boçûn hatin pêşkêşkirin û di dawiya bernameyê de Şaredariya bajarê Mezin, ji bo rojnamegerên mêr grewat ji bo yên jin jî kefiyên li Diyarbekirê hatine ristin, kirin diyarî.
