Nirxandina serdema sêyemîn di Programa Performansa 2026an a DBB'yê de
Di civîna nirxandina serdema sêyemîn de ku di çarçoveya Programa Performansa 2026 a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat lidarxistin, pêkhatinên performansê yên neh mehî, projeksiyonên dawiya salê û tedbîrên ku divê ji bo gihandina armancan bên girtin hatin nîqaşkirin.
Civîna nirxandina serdema sêyemîn a neh mehî ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Darayî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di çarçoveya Programa Performansa 2026an de ku sala duyemîn a cîbicîkirinê ya Plana Stratejîk a 2025-2029an e, hat lidarxistin.
Di civînê de ku bi beşdariya Alîkara Sekreterê Giştî Ozlem Tekîn, 26 serokên daîreyan, endamên Koma Xebatê ya Plana Stratejîk û rêveberan hat lidarxistin, ji aliyê Midûriyeta Şaxa Pêşvebirina Stratejiyê ve têkildarî serdema sêyemîn pêşkêşiyek ku pêkhatinên performansê û projeksiyonên dawiya salê dihewîne hat kirin.
Çalakiyên neh mehî û armancên performansê hatin nîqaşkirin
Di pêşkêşiyê de, pêkhatinên serokatiyên daîreyan ên têkildarî çalakî û armancên performansê yên neh mehî hatin nirxandin û rewşên heyî yên yekîneyan hatin nîqaşkirin. Derbarê tedbîrên ku divê bên girtin da ku bigihêjin armancên dawiya salê û xebatên hatine plankirin di dema diyarkirî de bên qedandin, agahdarî dan yekîneyan.
Daxwazên welatiyan û projeyên vîzyonê hatin nirxandin
Di civînê de her wiha li gorî têgihiştina plansaziya stratejîk a beşdar a şaredariyê, ji bo ku daxwaz û bendewariyên welatiyan bi rengekî lezgîn, bi bandor û li cih werin çareserkirin danûstandina nêrînan hate kirin. Rewşên heyî yên projeyên vîzyonê ku dê tevkariyê li paşeroja bajêr bikin û qonaxên dawî yên xebatên ku tên meşandin jî hatin nirxandin.
Civîn, bi nirxandinên têkildarî pêkanîna armancên performansê heta dawiya salê û danûstandina nêrînan a li ser xurtkirina kordînasyona di navbera yekîneyan de bi dawî bû.
