Perwerdeya afad û hawarê ji kursiyerên DÎSMEK’ê re
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo kursiyerên di bin banê wê de perwerde dibin perwerdeya afat û hawaran pêk anî.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya xebatên Sala Perwerdeya Afatê ya 2021’ê ku ji aliyê Wezareta Navxwe ve tê birêvebirin de, ji bo kursiyerên ji kursên DÎSMEK’ê sûdê werdigirin, perwerdeya afat û hawarê li dar xist.
Perwerde, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ji aliyê pisporên AFAD’ê ve hate dayîn û tê de der barê erdhej, lehî, lêmişt, aşît û agirpêketinê de agahî hatin dayîn.
Pisporan di perwerdeyê de der barê, “Afad çi ye û çawa diqewime? Berî zelzeleyê û piştî zelzeleyê divê mirov çi bike û rêbazên parastinê çi ne? Dema helkeftina afadê de divê çi bête kirin? Piştî pêkhatina afadê divê çi û çi çawa bêne kirin?” de ders dan.
Piştî perwerdeyê, Kîta Perwerdeya Afat û Rewşên Acil de a ji aliyê AFAD’ê ve hatî amadekirin li kursiyeran belav kirin.
