Pirsgirêka avê ya Qetîna Karazê hat çareserkirin
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya gundê Qetîna bi ser Karazê xeteka nû ya avê danî. Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya navçeyan di çarçoveya plansaziyê de xebatên xwe didomîne. Ekîbên
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya gundê Qetîna bi ser Karazê xeteka nû ya avê danî.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya navçeyan di çarçoveya plansaziyê de xebatên xwe didomîne.
Ekîbên DÎSKÎyê ji bo gundê Qetîna xeteke nû ya avê dabîn bikin, 1595 metre borî danî. Bi danîna vê xetê re dê 24 saetan bênavber av biherike kaniyên malên vî gundî.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebat saxtî kirin û der barê wê de agahî ji rayedaran wergirtin.
Tutşî, bal kişand ku ew lê dixebitin ava paqij û bijûn bo her devera bajêr û gundewarên wî terxan bikin.
