Qadên hêşîn 7/24 tên venêrtin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî li ser 5 milyon û 167 hezar metrekare erda hêşîn a bajêr ku demeke xweş û aram derbas bikin xebatên venêrîn û paqijiyê bi hesasî dimeşîne. Bi germbûna dinyayê re welatî daketin park û seyrangehan, Şaredariya Bajarê Mezin,ji bo welatî demeke xweş li van qadên hêş
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî li ser 5 milyon û 167 hezar metrekare erda hêşîn a bajêr ku demeke xweş û aram derbas bikin xebatên venêrîn û paqijiyê bi hesasî dimeşîne.
Bi germbûna dinyayê re welatî daketin park û seyrangehan, Şaredariya Bajarê Mezin,ji bo welatî demeke xweş li van qadên hêşîn biborînin xebatan dimeşîne.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li ser 5 milyon û 167 hezar metrekare qadên hêşîn bi 201 xebatkaran re xebatan dimeşîne.
Ekîbên bi ser Gerînendetiya Venêrtina Park û Baxçeyan, li 33 park û 10 qadên hêşîn ên bajêr bi 3 werdîye bi şev û bi roj xebatên venêrîn, paqijî û avdanê pêk tîne.
Her weha ekîb, li seranserê bajêr 14 jê mezin 8 arazozên biçûk û fişikên manuel li deverên dikevin ber wê bi giştî avdanê li 1 milyon metrekareya refûjan dike û xebat bi 120 xebatkaran têt meşandin.
