Qeydên bo “Atolyeya Pêşketinê” dest pê kirin
Qeydên ji bo “Werin Em Di Atolyeya Pêşketinê De Hev Bibînin” a Şaredariya Bajarê Mezin dest pê kirin.
Serokatiya Beşa Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo welatîyên di ser 18 saliyê de di warê takekesî û pîşeyî de xwe bi pêş bixin dê bernameyên perwerdeyê yên “Werin Em Di Atolyeya Pêşketinê De Hev Bibînin” pêk bîne.
Di atolyeyê de, dê perwerdeya şîfreyên malbata bextewar, xwenasîn, di serdema dîjîtal de mirovbûn, çareserkirina krîzan, bextewarî, rêgezên protokol û reftarên civakî, dîksîyon/xweşaxaftin, stratejiyên têkilîştêdanîne bi bandor û zimanê bedenê, bikaranîna berhemên avêjtî û tenduristiya li mal bêne dayîn.
Perwerde bi maweyê 8 mehan dê bi online bêne dayîn, beşdar dê bi înteraktîf beşdariyê tê de bikin û xebatên pratik dê bên pêkanîn.
Serlêdana bo van atolyeyan 31’ê gulanê dest pê dikin û 6’ê hezîranê bi dawî dibin, ji bo serlêdanê dikarin li malpera https://form.jotform.com/211361840961958 qeyda xwe çêkin.
