Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Qeydên Fêrgehên Spora Havînê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên 8-14 salî di 21 branşan de Fêrgehên Spora Havînê vekirin û qeydên b ovan fêrgehan dest pê kirin. Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, bi mebesta tevkariyê di warê fîzîkî û civakî de li pêşketina zarokan bike û zarok havîn xwe kelkgir derbas bikin fêrgeh

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên 8-14 salî di 21 branşan de Fêrgehên Spora Havînê vekirin û qeydên b ovan fêrgehan dest pê kirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, bi mebesta tevkariyê di warê fîzîkî û civakî de li pêşketina zarokan bike û zarok havîn xwe kelkgir derbas bikin fêrgehên spora havînê ya bêpere saz dike.

Di van fêrgehan de di beşa basketbol, cimnastik, hokeya mêrgê, dart, futbol, gulaş, hentbol, judo, karate, kick-boks, tenîsa kortê, tenîsa maseyê, satranç, taekwondo, şopgerî, çîyagerî, tîrvanî, badminton, voleybol û avjeniyê de perwerde têt dayîn.

Tomar

Ev rahênan dê li dezgehên sporê yên Şaredariya Bajarê Mezin bêne lidarxistin û ji bo serlêdana van fêrgehan qeyd li malpera https://uyanisgenclik.diyarbakir.bel.tr/ogrenci/sporokullari.aspx têt kirin an jî li Gerînendetiya Sporê qeyd tên wergirtin û ev gerînendetî li Kompleksa Sporê ya Talaytepê ye.

Kesên dixwazin der barê van fêrgehan de agahiyan werbigirin jî dikarin telefonî 0412 229 48 80 hundirîn 4405ê bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan