Qeydên Odeya Lîstikan a Zarokan a Sumerparkê dest pê kirin
Qeydên pêşîn ên serdema 2026–2027an ên ji bo Odeya Lîstikan a Zarokan a Sumerparkê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kirin.
Odeya Lîstikan a Zarokan a ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî Şaxa Xizmetên Zarokan de xebatên xwe birêve dibe, di serdema nû de jî dê zarokan di hawirdoreke ewle û piştgir de bi çalakiyên cihêreng re bîne cem hev.
Di Odeya Lîstikan de ya ku mafê lîstikê yê zarokan dixe navendê, xebatên ku zarok dikarin tevî temenên xwe bibin, xwe bi azadî derbirîna xwe bikin, zimanê xwe yê dayikê bi kar bînin û di hawirdoreke pirzimanî û pirçandî de geş bibin tên birêvebirin.
Di Odeya Lîstikan de ku taybetmendiyên temen û geşepêdanê yên zarokan û eleqe û hewcedariyên wan li ber çav tên girtin, ji bilî lîstik, huner, muzîk, çîrok, tevger û xebatên afirîner, atolye û çalakiyên cuda jî tên encamdan.
Ji bo zarokên 4, 5 û 6 salî serlêdan dê bêne wergirtin
Di serdema 2026–2027an de ji bo zarokên 4, 5 û 6 salî serlêdana pêşqeydê dê bê wergirtin. Koma ku dê bi berçavgirtina temen û taybetmendiyên geşepêdanê yên zarokan bêne çêkirin, dê di du danên cuda de yên mîna danê sibê û danê nîvro xebatên xwe birêve bibin.
Serlêdan dê di 28’ê Tebaxê de bi dawî bibin
Serlêdan di 24’ê Tebaxê de dest pê dikin û dê di 28’ê Tebaxê 2026’an de bi dawî bibin. Malbat dê bikaribin bi rêya dagirtina forma di adresa … de serlêdanên xwe bikin.
Serlêdan dê bêne nirxandin
Ji ber ku kontenjana Odeya Lîstikan a Zarokan a Sumerparkê bisînor e, kirina pêşserlêdanê nabe sedema mafê qeyda teqez. Serlêdan dê li gorî koma temenî, kontenjana heyî û rêzikên qeyd û nirxandinê yên diyarkirî ji aliyê Şaxa Xizmetên Zarokan ve bêne nirxandin.
Piştî temamkirina pêvajoya nirxandinê, malbatên zarokên ku mafê qeydê bi dest bixin re dê têkilî bê danîn û der barê pêvajoya qeyda teqez de agahdarî bêne kirin.
