Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredar Bucak: Ji bo ku projeya me ya sîstema rêhesîn êdî bikeve jiyanê hemû sedem û hincet li holê ne

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di bernameya “Ber bi COP31ê ve: Diyaloga Siyaseta Çalakiya Îqlimê ya Herêmî” de ku li Dîlokê (Gaziantep) hat lidarxistin de axivî. Bucakê bala kêmkirina krîza îqlimê ya li ser bajaran û jiyana gundan kişand û xebatên binesaziya kesk, parastina çavkaniyên avê û veguhastina domdar vegot. Hevşaredar Bucakê bal kişand ser pêdiviya ketina jiyanê ya projeya sîstema rêhesîn a Amedê û got: “Ji bo ku projeya me ya sîstema rêhesîn êdî bikeve jiyanê hemû sedem û hincet li holê ne.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî bernameya “Ber bi COP31ê ve: Diyaloga Siyaseta Çalakiya Îqlimê ya Herêmî: Rêberiya Herêmî, Berxwedana Bajarî û Veguhastina Domdar” ku bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê hat amadekirin bû.

Bernameya ku li otêlekê li Dîlokê pêk hat; ji aliyê Weqfa Akademiya Rêveberiyên Herêmî û Demokrasiyê ya Cîhanê (WALD), Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Tirkiyeyê, Weqfa Sifir Bermayî, Şampiyonê Îqlimê yê Asta Bilind ê COP31ê û Teşkîlata Herêma Rojhilata Navîn û Rojava ya Asyayê ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî (UCLG-MEWA) ve hat organîzekirin.

Di bernameyê de şaredar û organên rêveberiya şaredariyan, yekîneyên teknîkî û plansaziyê yên şaredariyan, saziyên giştî, saziyên darayî yên navneteweyî û hevkarên geşepêdanê, bank û lîstikvanên daraiya îqlimê, zanîngeh û saziyên lêkolînê, sektora taybet û peydakkerên teknolojiyê ligel nûnerên rêxistinên civaka sivîl û ciwanan cih girtin.

Çalakiya îqlimê ya herêmî di bin şeş mijaran de hat nirxandin

Bername bi armanca xurtkirina rêberiya îqlimê ya herêmî û lezdarkirina veguherîna berpirsiyariyên îqlimê yên neteweyî û cîhanî ber bi çalakiyên herêmî yên berxwedêr, vegirtî û pîvanbar ve hat meşandin û şeş mijar di nav de hatin girtin. Ev mijar ji van sarlêdanan pêk hatin: rêberiya herêmî û rêveberiya îqlimê ya pirastayî, berxwedana bajarî, daraiya îqlimê ya herêmî, veguherîna adil û vegirtî, av, xwarin, xwezayî û dewreyî ligel nûbûnî, teknolojî û daneyan.

Hevşaredar Bucak di mijara rêberiya herêmî û rêveberiya îqlimê de axivî

Hevşaredar Serra Bucak di Rûniştina Şaredaran de ku di çarçoveya mijara “Rêberiya Herêmî û Rêveberiya Îqlimê ya Pirastayî” de hat meşandin de axivî. Di rûniştinê de; rola şaredariyan û saziyên di asta parêzgehan de di pêkanîna berpirsiyariyên îqlimê yên neteweyî de, koordînasyona di navbera siyasetên îqlimê yên neteweyî û herêmî de, plan û armancên çalakiya îqlimê ya herêmî, hevgirtina bi planên mekanî û stratejiyên geşepêdana bajarî re, mekanîzmayên saziyên ber bi rêveberiya îqlimê ya pirastayî ve, xurtkirina dengê bajaran di pêvajoyên îqlimê yên neteweyî û cîhanî de û zêdekirina beşdariya vegirtî û temsîliyetê di pêvajoyên biryargirtinê yên îqlimê yên herêmî de hatin nirxandin.

‘Em behsa paşerojê nakin, em behsa îro dikin’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ne tenê ji bo paşeroja bajaran, ji bo nîqaşkirina fikr û çareseriyên hevpar ên derbarê krîza îqlimê ya di asta gerdûnî de hatine cem hev û got: “Em dizanin ku krîza îqlimê û guherîna îqlimê êdî mijareke ku em îro nîqaş dikin e. Em behsa paşerojê nakin, em behsa îro dikin û em li her derê cîhanê bi pirsgirêkên gerdûnî re rû bi rû ne.”

Bala kişand ser koçberiya ji ber îqlimê û windahiyên aborî

Hevşaredar Bucak bi riya daneyên navneteweyî bala kişand ser bandorên cîhanî yên krîza îqlimê û diyar kir ku li gorî rapora sala 2021an a Banka Cîhanê, ger tedbîrên hewce neyên girtin, heta sala 2050yî dê nêzîkî 216 milyon mirov ji ber guherîna îqlimê neçar bimînin ku di nav welêt de koç bikin. Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku di sala 2023an de hişkesalî û germahiya zêde ya li DYEyê bûye sedema 14,5 milyar dolar zirara aborî û li Ewropayê jî windahiyên mîna vê hatine dîtin.

Hevşaredar Bucak bal kişand ku ew li erdnîgariyeke ku encamên giran ên koçberiyê ji nêz ve tecrûbe kiriye de dijîn û got ku ev nimûne cidiyeta rewşê dixin holê.

‘Bedela ku krîzê afirandiye bi rengekî wekhev belav nabe’

Hevşaredar Bucak bal kişand ku divê krîza îqlimê ligel nehevsengiyên civakî destgirtî bibe û wiha axivî: “Krîza îqlimê li her derê cîhanê tê hîskirin û mixabin bedela ku krîzê afirandiye di navbera civak û welatan de bi rengekî wekhev belav nabe. Li vir jî divê em behsa nehevsengiyekê bikin. Helbet hişkesalî, bûyerên hewayê yên dijwar, lehiyên mezin, dibin sedema kêmbona berhemdariya çandiniyê jî, û dibin sedem ku mirovên li gundan dijîn çavkaniyên xwe yên debarê winda bikin û çavkaniyên wan ên debarê di bin gefê de bimînin. Ji ber vê sedemê em neçar in ku koçberiyê, tişta ku em jê re dibêjin koçberiya ji ber îqlimê, ligel nîştedan, îstihdam, perwerde, tenduristî û ev hemû; piştevaniya civakî û berxwedan û kûrbona nehevsengiyan mîna gelek pirsgirêkan hemûyan bi hev re destgirtî bikin. Ji bo bajarên me jî ev wiha ye. Em hemû her roj bi hev re li herêmên cuda vê krîzê dijîn.”

Gefên îqlimê yên ku li Tirkiyeyê li gorî herêman diguherin

Hevşaredar Bucak derbarê gefên îqlimê yên ku li herêmên cuda yên Tirkiyeyê re rû bi rû dimînin de ev tişt gotin: “Dîsa Atlasa Rîska Îqlimê ya G20ê û xebatên zanistî yên derbarê guherîna îqlimê de li herêmên cuda yên Tirkiyeyê gefên îqlimê yên cuda derdixin pêş. Helbet cudahiyên me yên herêmî hene. Li Anatoliyaya Navîn hişkesalî û zextên li ser çavkaniyên ava bin erdê, xwe bi rengekî çalên kûr derdixin holê. Dîsa li Herêma Deryaya Reş baranên zêde û lehî, li herêmên beravê bilindbûna asta deryayê pirsgirêkên gelê me yên li Herêma Deryaya Reş derdixin holê. û helbet tiştên ku li herêma me derdikevin holê hene; Herêma Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê.”

Germahiya ku li Amedê zêde dibe, hişkesalî û zexta li ser çavkaniyên avê

Hevşaredar Bucak pirsgirêkên îqlimê yên ku Amed bi wan re rû bi rû ye vegot û nirxandinên xwe wiha domand: “Em jî ji bo bajarê xwe dikarin vê diyar bikin ku: Di serê pirsgirêkên îqlimê yên herî girîng ên ku em bi wan re rû bi rû ne de helbet germahiya ku zêde dibe heye, hişkesalî heye. Em bi xwe jî jixwe di îqlimekî hişk û parzemînî de dijîn. Dîsa zextên li ser çavkaniyên me yên avê hene. Wekî ku hûn dizanin Amed bajarekî me ye ku xwedî qadên mezin ên çandiniyê, qadên mezin ên hilberînê ye û nifûsa wê ya gundan zêde ye. Em xwedî nirxên ekolojîk ên girîng ên mîna Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê ne. Am wekî rêveberiyeke herêmî berpirsiyar in ku van nirxên ekolojîk ên girîng bidomînin. Ji ber vê sedemê guherîna îqlimê ji bo me ne tenê di wateya zêdebûna germahiyê ya li navenda bajêr de ye, di heman demê de di wateya domdariya hilberîna çandiniyê de ye jî.”

Hevsengiya gund-bajar û koçberiya ji ber îqlimê

Hevşaredar Bucak diyar kir ku Amed bi rîskên ku dikarin şikestên aborî û civakî yên li qadên gundan mezin bikin re rû bi rû ye û ev tişt gotin: “Dema em li hevsengiya gund-bajar binêrin, rûbirûbûna nifûsa li gundan bi krîza îqlimê re koçberiya ber bi bajar ve zêde dike û li vir jî em bi astengiyên mezin re rû bi rû dimînin ku pirsgirêkên din ên ku dikarin di bajar de derkevin holê şîrove bikin û biqewimînin. Ji ber vê sedemê em di xaleke ku hin plan û xebatên îqlimê mixabin ji ber geşedanên siyasî û civakî ji paş de dişopînin, lê di wateya civakî de ez difikirim ku em dikarin vê şopandina ji paş de bi civaka sivîl û dînamîzma bajar re rast pêşwazî bikin.”

Bandora xerakirina qeyuman li ser plansaziya îqlimê

Hevşaredar Bucak bal kişand ser xerakirina 10 salan a qeyyuman û ev tişt gotin: “Rastiyeke qeyyuman heye. Çima em vê yekê her carê, di her civînê de dibêjin? Ji ber ku ger qeyyum nebûna, dibe ku mîna cîranê me Dîlokê di sala 2014an de Plana SECAPê ya Îqlimê biketa dewrê.”

Li ser hezar metreçargoşeyî du qadên parkan ên nû

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew xurtkirina binesaziya kesk di nav pêşengiyên xwe de dibînin û axaftina xwe wiha domand: “Dîsa ji ber vê sedemê em di serî de girîngiyê didin xurtkirina binesaziya kesk a li Amedê. Daristanên bajar, park, korîdorên kesk, qadên giştî yên ekolojîk... Helbet ev ne tenê cihê bêhnvedan û civakîbûna welatiyên me ne, di heman demê de bi van xebatên binesaziyê re em xebatên ku bi hevsengiya ekolojîk û hevsengiya jîngehê re lihevhatî ne meşandin. Em xebatên ku dikarin bandora girava germê ya bajarî kêm bikin dikin. Di vê çarçoveyê de em du qadên parkan ên nû yên li ser 500 hezar metreçargoşeyî qezencî bajarê xwe dikin.”

Parastin û bikaranîna biwerz a çavkaniyên avê

Bucak diyar kir ku pêşengiyeke din a wan parastin û bikaranîna biwerz a çavkaniyên avê ye û got: “Kevilkirina ava baranê, çareseriyên li ser bingeha xwezayê, sêwirana bajarî ya hesasî avê û rêbazên hilberîna domdar ên li qadên gundan di nav planên me yên ber bi paşerojê de ne.”

Pêşveçûna gundan, mîrasa çandî û bîra civakî

Bucak bala kişand ser nirxên civakî û çandî yên ku qadên gundan hilgirên wan in û wiha axivî: “Dîsa li vir ez dixwazim ku xeta geşepêdana gundan pir xêz bikim. Ji ber ku em dîtina qadên gundan tenê mîna herêmên ku çandinî û hilberîn lê tê kirin rast nabînin. Di heman demê de em difikirin ku ew navendên mîrasa çandî, zaniya herêmî, zaniya kevneşopî û veguhastina bîra civakî ne û ew pêvajo ne ku divê bên jiyandin.”

Cehda aqilê hevpar di veguhastin û plansaziya mekanî de

Hevşaredar Bucak nêzîkatiya derbarê xebatên veguhastin û plansaziya mekanî de vegot û wiha axivî: “Dîsa di pêvajoyên xwe yên veguhastin û plansaziya mekanî de em nêzîkatiyeke mîna vê dipejirînin. Ji bo xurtkirina veguhastina giştî, pêşxistina veguhastineke li ser bingeha peyayan, kêmkirina girêdayiya wesayîtên taybet û ku qadên giştî bibin cihên gehiştintir û jiyangarir, em dixwazin ku bi hemû pêkhateyên bajar re; ji zanîngeha me heta akademiyê, ji civaka sivîl heta odeyên pîşeyî vê meseleya girîng, veguhastina giştî bi aqilê hevpar, bi masayên hevpar û bi pêkhateyên xwe re bi rêve bibin.”

‘Amed ji sîstema rêhesîn re amade ye’

Hevşaredar Bucak bal kişand ser projeya sîstema rêhesîn a di rojeva bajêr de û derbarê ketina projeyê ya di jiyanê de ev tişt gotin: “Sîstemên rêhesîn projeya herî kêm 15 salan a bajarê me ye, herî kêm 15 salan. Wekî ku tê zanîn di van du salên dawî de me ev projeya girîng di serî de pêşkêşî Wezîrê me yê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Îqlimê Birêz Murat Kurum û Wezîrê me yê Veguhastinê kiriye. Ez difikirim ku li Amedê ku yek ji bajarên girîng û derketî pêş ên Herêma me ya Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê ye, tam di çarçoveya pêvajoya COP31 û bajaran berxwedêr ên domdar de ji bo ku projeya me ya sîstema rêhesîn êdî bikeve jiyanê hemû sedem û hincet li holê ne. Bajarê me ji vê re amade ye, ez dixwazim bibêjim ku rêveberiya me ya herêmî û çavkaniyên darayî yên bajarê me yê mezin ji vê re amade ne.”

Bi peyakirina Surîçiyê re parastina derdorên dîrokî tê armanckirin

Hevşaredar Bucak projeya peyakirinê ya ku armanc dike Surîçiyê ji wesayîtan paqij bike jî nirxand û axaftina xwe wiha qedand: “Wekî ku hûn dizanin herêma me ya dîrokî ya Surîçiyê heye, herêma me ya qedîm a Surîçiyê heye. Di vê wateyê de projeya me ya peyakirinê ku em li ser dixebitin, projeya me ya ku Surîçiyê bi temamî ji wesayîtan paqij dike ne tenê rêkûpêkiya trafîkê ye, di heman demê de jîngeheke domdar e, meşîna mirovan e, gihîştina jiyana tendurist ligel meşînê ye û di heman demê de em vê mîna gaveke girîng û derfetekê dibînin ji bo parastina derdorên dîrokî û başkirina kalîteya hewayê jî. Tîmên me û hevalên me yên xebatê vê yekê wekî armancekê, wekî armanceke girîng ku dê tevkariyê bide guherîna îqlimê meşînin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan