Heyeta Şaredariya Rennesê serdana DBBê kir
Heyeta Şaredariya Rennesê ku di çarçoveya xebatên hevkariya teknîkî ya li ser rêveberiya bermayiyên hişk de hatibû Amedê, serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay kir.
Heyeta teknîkî ku di çarçoveya têkiliyên bajarên xwişk û bira yên salên dirêj li navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bajarê Rennes ê Fransayê de berdewam dikin hatibû bajêr, pêwendiyên xwe domandin. Heyeta ku bi armanca lêkolînkirina sîstema rêveberiya bermayiyên hişk a Amedê ya li cih, parvekirina ezmûnan û nirxandina qadên xebata hevpar ên di navbera her du şaredariyan de dikarin werin pêşxistin li bajêr bû, piştî lêkolînên li qadê bi Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay re hat cem hev.
Di serdanê de ku li avahiya xizmetê ya sereke ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat, ji bilî heyeta ji Rêvebirê Beşa Têkiliyên Navneteweyî yê Şaredariya Rennesê Simon Letonturier, Rêvebira Beşa Rêveberiya Bermayiyan Marie Neuschwander û Berpirsê Tesîs û Ji Nû Ve Bikaranînê Benoît Guigue pêk dihat; Hevberdevkên Meclisê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Alîkara Sekreterê Giştî Zerin Turk û serokê beşa eleqedar jî amade bûn.
Projeyên hevpar hatin nirxandin
Di serdanê de mijarên têkoşîna li dijî guherîna îqlimê, rêveberiya bermayiyên ekolojîk, ji nû ve vezîvirandin û ji nû ve bikaranîn hatin bidestgirtin. Di van qadan de projeyên hevpar ên ku di navbera her du bajaran de dikarin werin meşandin hatin nirxandin û li ser qadên xebatê yên hevpar ên ku dikarin werin pêşxistin raman hatin parvekirin.
