Rêyên gundan tên çêkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe yên çêkirina rê û rêbarên gundan berdewam e. Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo hatûçûna rê û rêbarên gundan xweştir bibe xebat dane destpêkirin û bi vê mebestê li 17 navçeyan xebata binaxe, stabîlîze, dagirtina rêyan û danîna men
Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe yên çêkirina rê û rêbarên gundan berdewam e.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo hatûçûna rê û rêbarên gundan xweştir bibe xebat dane destpêkirin û bi vê mebestê li 17 navçeyan xebata binaxe, stabîlîze, dagirtina rêyan û danîna menfezan ser rêyên gund û gundewaran berdewam e.
Ji bo welatî bi silametî di van rêyan de rêwîtiya xwe de bikin ekîb rêyên gundan fireh dike û roj 7/24 bêrawestan xizmeta xwe didomîne.
Ekîban li taxa Gerecê ya Çinarê binaxenyê bingehîn a rêya 8 kîlometir cî bi cî kir, heta niha 22 hezar û 400 metrekup kereseyê binaxeyê cî bi cî kir.
Her weha rêya Şimşima Hezroyê jî ku 5,3 kîlometir dikêşe berî zift lê bête reşandinê kesereyê bingehîn lê hate cîbicîkirin.
Her dîsa ekîbên şaredariyê rêya Şaxora Licê ku 2,3 kîlometir dikêşe, xebatên danîna menfezan û firehkirina rê dimeşîne.
Li navçeya Sûrê li taxa Sarilarê, li ser şetê Dîjleyê pireke 108 metre dirêj têt çêkirin û xebatên çêkirina pirê berdewam dikin.
Taxa Sarilar navçeya Bismil, Farqîn û Çinarê digihîne hev û bi taybetî ji bo hatûçûna tir, kamyon û siraweyên bargiran ev pir pir giring e û niha kuçkên wê tên danîn.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî li navçe û gundên wê bi rehetî karibin hatûçûna xwe bikin û rêwîtiya xwe bi encam bidin xebatên xwe bêrawestan didomîne.
