Şanoyên Bajêr perdeyên xwe vedike
Şanoyên Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin, 3’ê Tîrmeha 2021’ê roja şemiyê bi lîstika Mifteya Sêhrî perdeyên xwe bo şanohezan vedike.
Şanoyên Bajêr ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de xebatên xwe dimeşîne, 3’ê Tîrmeha 2021’ê bi promeriya lîstika “Mifteya Sêhrî” perdeyên xwe vedike.
Mifteya Sêhrî bi destê Bîrgul Yeşîloglu Guler ve hatiye nivîsîn û serperiştiya wê ji layê Erdal Ayna ve tê kirin, lîstikeke zarokan e û peyama wê jî dibêje hezkirin dikare hemû deriyan veke. Promeriya vê lîstikê 3’ê Tîrmehê roja şemiyê saet di 13:00’ê de li Navenda Çandê ya Amedê tê pêkanîn.
Lîstika pêkenî ya kurdî bi navê “Derî” ji aliyê Umut Yilmazer ve hatiye nivîsîn û Handan Ekici jî derhêneriya wê dike, ligel lîstika Lotus a bi derhêniya Ciwan Kara û Handan Ekincî ku projeya Zîlan Tîgrîs e dê li ser diken Şanoyên Bajêr derkevin pêş şanohezan.
Şanoyên Bajêr, ji bo şêniyên gund û taxên veder jî bi şano û sînemayê re bêne ba hev dê xebatên xwe bidomîne.
