Şanoyên Bajêr perdeyên xwe vekir
Şanoyên Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bi lîstika “Mifteya Bisihêr” derket pêş şanohezan.
Şanoyên Bajêr ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî de xebatên xwe dimeşîne, bi lîstika “Mifteya Bisihêr” ku ji aliyê Hîndekara Zanîngeha Akdenîzê Doç.Dr. Bîrgul Yeşiloglu Guler ve hatiye nivîsîn û Erdal Ayna derhêriya wê dike, promeriya xwe kir û derket pêş şanohezan.
Promeriya şanoyê li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç hate kirin, Alîkarê Walî Fatîh Çidiroglu, Qeymaqamê Yenîşehrê Murat Beşikçi, Serokê Daîreya Çand û Civakî Alî Çelîk, nivîskara lîstikê Hîndekara Zanîngeha Akdenîzê Doç.Dr. Bîrgul Yeşiloglu Guler û şanohezan lê temaşe kir.
Şanoyên Bajêr, ji bo şêniyên li gund û navçeyên derdorê dijîn dê bernametên şano û sînemayê amade bike, niha ji bo vê xebat tên meşandin.
