Şaredarî alîkariyê bi zarokên bi otîzmî re dike
Şaredariya Bajarê Mezin, zarokên bi otîzmî ku pêdiviya wan bi perwerdeyeke taybet heye beşdarî sporê dike û dihêle ku bi jiyanê ve bêne girêdan.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta piştgiriyê bi pêşketina zarokên bi otîzmî re bike, li Salona Perwerdeya Otîzm a li Sumerparkê alîkariyê bi zarokên bi otîzmî re dike.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, ji ber ku zarokên bi otîzmî di nava xwe de ferq û cudahiya wan heye ji bo malbatên bo rehabîlîtekirinê serlêdan kiriye, bi perwerdekarên pispor re xebateke hevbeş dimeşîne.
Berî perwerde dest pê bike bi malbatên otîzmî re hevdîtinan dike, rewşa asta zarokê bi otîzmî destnîşan dike û li gorî rewşa wî bernameya perwerdeyê tê amadekirin.
Di kursên sporê yên bi kom de, her zarokê bi otîzmî rojane 1-3 saetan ji perwerdeyê sûdê werdigire.
Di maweyê perwerdeyê de, perwerdekar ji bo malbatan pêşniyaran dikin der barê pêşketina zarokê wan de.
Bizavên wan xurt dibin
Zarokên bi otîzmî ku bi awayekî berdewam beşdarî kursan dibin, bi saya xebatên rehabîlîtekirinê, şiyanên wan ên bizaftinê xurt dibin. Ew kêmasiyên xwe yên hestyarî tolere dikin û digihêjin wê astê ku karibin pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin.
