Şaredarî bo astengdaran 9 kursên nû vedike
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta kesên astengdar bikevin nav civakê û qezenceke aborî bi dest bixin di 9 branşên cuda de kursan vedike.
Serokatiya Xizmetên Civakî, bi hevkariya ÎŞKUR’ê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ji bo astengdarên 18-40 salî di 9 branşan de kursên pîşeyî vedike.
Kurs dê bi hejmareke diyar kursiyeran hildin û qeyd 1’ê hezîranê dest pê dikin û heta 10’ê hezîranê bi dawî tên.
Welatiyên astengdar ên ku dixwazin serlêdana xwe bikin dikarin serlêdanê li Navenda Piştgiriya Estangdaran a li Sumerparkê û Navenda Jiyana Çalak a Parka Şehîdên 15’ê Tîrmehê bidin.
Di maweyê perwerdeyê de astengdar dê rojane 40 lîre bigirin, sîgorteya wan dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bê razandin. Kesên kursa xwe bi dawî dikin dê sertîfîka bi mohra MEB’ê werbigirin.
