Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî destekê dide kooperatîfên jinan

Şaredariya Bajarê Mezin, jin der barê desteka ku Şaredarî dide kooperatîfên jinan de agahdar kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta desteka der barê kooperatîfan de vebêje li Loqala Jinan û Navenda Sporê ya li nav Parka Koşuyoluyê bi jinan re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtina ku ji aliyê Serokatiya Xizmetên Jinan û Malbatê û Gerînendetiya Bazirganiya Bajêr ve bi hevkarî hate lidarxistin de rêveberên kooperatîfên jinan jî amade bûn.

Di kombûnê de ligel mifayên ku bi encama kooperatîfbûnê tên bidestxistin her weha rê û rêbazên kooperatîfbûnê jî hatin vegotin.

Di kombûnê de pirsgirêkên kooperatîfên jinan hatin axaftin, saziyên serkeftî yên kooperatîfbûnê di asta Tirkiyeyê

Biryar hate girtin ku hevdîtinên der barê kooperatîfbûna jinan de li navçeyan jî bêne lidarxistin û di encamê de beşdaran ji ber desteka wî malavayî li Walî Karaloglu û Şaredariya Bajarê Mezin kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan