Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî rê û rêbarên bajêr xweş û geş dike

Şaredariya Bajarê Mezin, bi germbûna hewayê dinyayê re dest bi xebatên rê û rêbaran ên ji bo sala 2021’ê plankirî kir.

Şaredarî, bi mebesta rê û rêbar xweş û geş bibin rêyên bi salan e nehatine asfaltkirin, ji serî heta binî nû dike û dixe ber xizmeta welatiyan.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Kordînasyona Binesaziyê, bi mebesta xizmetguzariyeke baştir ji welatiyan û tora hatûçûnê ya bajêr tekûztir bike, bi germbûna hewayê dinyayê re dest bi xebatên qîrkirina rêyan kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatê de daxwazên welatiyan dide ber çavan û destpêkê rêyên ev demeke dirêj e nehatine asfaltkirin qîr dike. Meha Nîsanê 868 ton li Duryana Tekstil Organîzeyê, 10 hezar û 666 ton li Cadeya Dr. Yusuf Azizioglu û Fîskayayê, 550 ton asfalt jî Vîyaduka Îstasyonê kir.

Her weha ekîbên Şaredariyê bêrawestan xebatên çaksaziya rê û rêbaran dikin, ji bo vê jî li navenda bajêr bi giştî 614 ton qîra germ darête rê û şeqaman.

Şaredariya Bajarê Mezin, li ser Cadeya Cemiloglu ku li navçeya Baglarê ye û ev 8 sal e tu asfalt lê nehatiye darêtin dê 10 hezar ton asfalta germ birije û cadeya ji bixe ber xizmeta welatiyan.

Her weha rêya Balafirgeha Kevin û cadeya Bedîuzzeman jî ku li Baglarê ne û ev demeke dirêj e nehatine asfaltkirin dê bêne nûkirin. Xebatê îro dest pê kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan