Şaredariyê bajêr bi kulîlkên rengoreng xemiland
Şaredariya Bajarê Mezin, 13 hezar û 300 kulîlkên cur bi cur ên ku li tavgeha xwe çandine û gihandine li bulvar, serrêkên bajêr çandin û bajêr dagerand gulistanekê. Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Diyarbekir hêşîntir xuya bike û bi kulîlkan bixemile, gul û gulçikên li tavgeha xwe çandine û mezin kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, 13 hezar û 300 kulîlkên cur bi cur ên ku li tavgeha xwe çandine û gihandine li bulvar, serrêkên bajêr çandin û bajêr dagerand gulistanekê.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Diyarbekir hêşîntir xuya bike û bi kulîlkan bixemile, gul û gulçikên li tavgeha xwe çandine û mezin kirine li park, baxçe, bulvar û seyrangehên bajêr daçikandin.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, 4 hezar û 900 kulîlk li Bulvara Elezîz a Yenîşehrê û 8 hezar û 400 kulîlk jî li Bulvara Qamişlo ya li Baglarê çandin, bi tevayî 13 hezar û 300 kulîlk danîn.
Ekîban, ji bo karibe van kulîlkan biçîne berê cihê wê aşêv kir û giya jê hilçinî.
Armanc 2 milyon kulîlk e
Şaredariya Bajarê Mezin, armanc e ku di sala 2022ê de 2 milyon kulîlkên rengorengo, ji cur û celebên cihê cihê li park, duryan, bulvar û seyrangehan biçîne. Tê zanîn ku heta niha Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan 700 hezar kulîk çandine.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo reng û rûbarê bajêr spehîtir xuya bike dê her çar demsalan bi karê açndina kulîlkan berdewam be.
