Şaredariyê berî Cejna Qurbanê goşt û şîrînayî saxtî kir
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî karibin xwe bigihînin avûdan û zexîreyeke paqij û bijûn berî Cejna Qurbanê sexbêriyên xwe gur kirin. Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristîyê, berî Cejna Qurbanê saxtîyên xwe li kargehên şirînayî, goştî û şekirokan zêde kirin. Ekîban, depo saxtî kirin, qonaxa v
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî karibin xwe bigihînin avûdan û zexîreyeke paqij û bijûn berî Cejna Qurbanê sexbêriyên xwe gur kirin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristîyê, berî Cejna Qurbanê saxtîyên xwe li kargehên şirînayî, goştî û şekirokan zêde kirin.
Ekîban, depo saxtî kirin, qonaxa vedana şîrînahiyan, cil û bergên xebatkaran, paqijiya depo û kargehê û dema bikaranîna kereseyê têt bikaranîn sexbêr kirin.
Ekîban, kargehên ku kêmasiyên wan hene ji bo vana çareser bikin hişyar kirin û seh kir bê ka şirînîfiroş şûna şekirê glîkozê bi kar tînin an na.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, welatî hişyar kirin ku berî Cejna Qurbanê şîrînahî, goşt û şekirokên buha nekirrin. Ew hişyar kirin ku danûstandina xwe ji firoşgehên nas û pêbawer bikin û ew hişyar kirin ku bala xwe bidine ser dema bikaranîna van tiştan.
