Şaredarîyê dema qedexeya kuçeyan lez da xebatê
Şaredariya Bajarê Mezin, 3 rojên qedexeya derve ku ji ber nexweşiyê hatiye ragihandin dagerand fersendê û di gelek waran de xebatan dimeşîne.
Ekîbên şaredariyê ji aliyekî ve li deverên binesaizya wan hatiye kirine xebatên asfaltkirinê dimeşîne ji aliyekî din ve xebata dizanykirina refûj û duryanan didomîne.
Ekîbên Şaredariyê nava hefteyê xebatên xwe gorî palsaziya heyî dimeşîne, di dema qedexeya derve de ku qerebalixa mirovan û wesayitan zêde nîn e bi şev û roj xebatên xwe bi berfirehtir didomîne.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, di cadeyên Balefirgeha Kevin, Bedîuzzeman, Siwêrega kevin, Evrim Alataş, Avşîn û Azadî de xebata darêtina hîmê, danîna peyarêkê, çêkirina solîna ava barînan û duristkirina duryanan meşand.
Ji bo Diyarbekireke Hêşîn xebat didomin
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di 3 rojên qedexeya kuçeyan de lez da xebatên peyzaj, binesazî û çaksaziyê.
Ekîbên peyzajê, li Duryana Pira Seyrantepê 250 pêta pêta, 150 topika berfê, 200 teflan, 4 teflana bejnbilind, li Duryana Dotkot Yusif Azîzoglu 7 darên zeqnepûrtê, 4 leylabdîyên rengîn, 350 deviyên pêta pêta û 200 teflan çandin.
Li Duryana Nefelê ya Balafirgeha Navneteweyî jî xebatên vewejandin û çandina çîmî hate kirin.
Her weha ekîban, nivîsên li ser dîwarên Sûran hatine nivîsandin jî bi rêbaza girûzîkirinê paqij kirin. Li deverên cihê cihê yên bajêr di park û seyrangehan de xebata çaksaziya lempe û pergalên avdanê hate kirin.
Ekîba Çêkirin û Çaksaziyê, di hewza Mizgefta Qurşinî de quç û xîç danîn û zemîna yarîgehên li Newrozparkê jî hate nûkirin.
Restorekirina Sûran berdewam e
Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê, di gava 1’ê de li ser Deriyê Rihayê, Burca Heftbira, Benûsenê, Birca Nûrê û Birca Selçuqî; di gava 2yê de li Navkelehê restorekirina 13 bircan û xebata çaksaziya Dêra Saint George meşandin.
Ekîban, li 4 navçeyan xebata nûvekirina nimreyên ser deriyên malan meşand. Ev xebat di kanûna 2021’ê de dest pê kiribû û tê payîn ku di tîrmehê de bi encam were.
Çavdariyek li buhayê tiştan jî hate kirin
Serokatiya Daîreya Zabiteyê, lewheyên diyarkirina aliyan ku bi awayekî bê destûr li stûnên ronîkirinê hatine dardakirin hilanîn û der barê berpirsyaran de ceza hate birîn.
Ekîbên zabiteyê ligel xebatkarên şaredariyên navçeyan û Gerînendetiya Bajêr a Bazirganiyê li seranserê bajêr çavdarîyek li firinan kir û der barê paqijî, gramaj û buhayê nan de saxtî kirin.
