Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarîyê xerzên kelmêşan derman kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, li Herêma Pîşesaziya Bi Organîze ya Têkildarî Çandiniyê ku cihên zêdebûna xerzên kelmêşan in, dermanê kêzikan reşand.

Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê, bi mebesta rêlibergirtina nexweşiyên vegir û bona parastina tenduristiya gel li dijî çiravkên pêşû, mêş, kelmêş, arxolk û xerzên wan li hemû navçeyan bi awayekî çalak xebatên dermanreşandinê dimeşîne.

Di xebatên dermankirinê de li 17 navçeyan bi 312 karmend û 65 amuran, bi taybetî li dijî çiravkên ku têjikên kêzikan lê zêde dibin, dermanê kêzikan tê reşandin.

Ekîbên dermankirinê, li navçeya Baglarê, bi taybetî li Herêma Pîşesaziya Bi Organîze ya Têkildarî Çandiniyê ku cihên zêdebûna xerzên kelmêşan in, dermanê kêzikan reşand

Şaredariya Bajarê Mezin, dermanên di standartên Rêxistina tenduristîya Cîhanê (WHO) de ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatine pejirandin bi kar tîne, ev xebat dê 12 mehên salê bêrawestan bidomin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan