Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredaran serdana rêxistinên civaka sivîl kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, bi serdana MEBYA-DER, MED-DER û MED TUHAD-FEDê re nêrîn û daxwazên nûnerên saziyan guhdar kirin, ji bo çalakiyên hevpar ên ku dê beşdariyê li jiyana bajêr bikin, peyama piştevaniya bi rêxistinên civaka sivîl û hevkariyê dan.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, bi Hevberdevka Meclîsa DBBê Demet Ceylan û endamên meclisê re Komeleya Piştgirî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe yên li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevanî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) ziyaret kirin.

Hevserok Bucak û Ay ku bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re hatin gel hev, li ser xebatên saziyan danûstendina nêrînan kirin. Di hevdîtinan de, piştevaniya di navbera desthilatdariyên herêmî û saziyên civaka sivîl de û çalakiyên hevpar ên ku dê beşdariyê li jiyana bajêr bikin hatin nirxandin. Di serdanan de, dema ku xebatên ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve tên meşandin hatin rojevê, nêrîn û daxwazên nûnerên saziyan jî hatin guhdarîkirin.

Peyama piştevaniya û xebata hevpar

Hevşaredar Bucak û Ay di serdanan de bal kişandin ser girîngiya piştevaniya di navbera desthilatdariyên herêmî û rêxistinên civaka sivîl de. Di hevdîtinan de ku xebatên rêxistinên civaka sivîl hatin gotûbêjkirin, Hevşaredarên ku peyama piştevaniya û xebata hevpar dan, girîngiya hevkariyê ya der barê çalakiyên ku dê tevkariyê li jiyana bajêr bikin de anîn ziman.

Nûnerên MEBYA-DER, MED-DER û MED TUHAD-FEDê jî ji ber serdana wan spasiyên xwe ji Hevşaredar Serra Bucak û Emîn Ay re şandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan