Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Sebîyên Diyarbekirê şahiya mezûniyetê li dar xist

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo sebî û savayên di krêşan de perwerde dibin ‘Şahiya Dawîya Salê ya Zarokan’ li dar xist û zarok ketin kelecana mezûnbûnê.

Zarokên 6 salî yên ku di krêşên pêşdibistanê yên bi ser Gerînendetiya Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de perwerde dibûn, mezûn bûn.

Şahiya mezûniyetê li baxçeyê Gerînendetiya Şaxa Zarokan a li Sumerparkê hate lidarxistin, zarokan di şahiyê de pêşbirka telîsan, kişandina werîsan, pêşbirka hêkan, pifkirina ard û teqandina pifdank û nepoxan leyîst.

Piştî şahiyê karnameyên zarokan li wan hatin belavkirin.

Di şahiyê de, Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Hayrullah Akyildiz, xwendekar û malbatên wan amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan