Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Selçuk Mizrakli serdana şaredariyê kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, Hevşaredarê Berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Adnan Selçuk Mizrakli yê ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin û piştî 7 salên girtîgehê di rojên çûyî de hatibû berdan, bi hevjîna xwe Zeynep Mizrakli re pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de der barê rewşa giştî ya bajêr, xebatên rêveberiyên herêmî û xizmetên şaredariyê de danûstandina nêrînan hate kirin.

Selçuk Mizrakli: Xizmetkirina bajêr erka herî bi rûmet e

Adnan Selçuk Mizrakli di serdanê de axivî û spasiya xwe ji bo pêşwaziya germ anî ziman. Mizrakli bal kişand ser wê yekê ku xizmetkirina bajêr erkeke bi rûmet e û hevşaredar ji ber serkeftina di pêvajoya hilbijartinê de pîroz kirin.

Mizrakli diyar kir ku ew û her welatiyekî li vî bajarî dijî, şêwirmendên dilxwaz ên hevşaredaran in û di xebatên ku tên meşandin de serkeftin xwest.

Hevşaredar: Aqilê me timî li cem serokên me yên di hundir de bû

Hevşaredar Serra Bucak û Emîn Ay jî kêfxweşiya xwe ya ji ber vê serdanê anîn ziman û spasiya Mizrakli kirin ji ber xizmet û keda wî ya ku ji bo Amed û welatiyan rkiriye. Di hevdîtinê de bal kişandin ser girîngiya tecrubeyên borî, hişmendiya hevpar û piştevaniya civakî di çareseriya pirsgirêkên bajêr de.

Hevşaredar Serra Bucak behsa giranîya dema hilbijartinê û pêvajoya hestyarî kir û got ku meşandina kampanya hilbijartinê di dema ku du şaredar di girtîgehê de bûn, gelekî zehmet bû. Hevşaredar Bucak anî ziman ku dema kete nava pêvajoya kampanyayê, ji ber ku Gulten Kişanak û Selçuk Mizrakli hêj di girtîgehê de bûn, aqil û dilê wan timî li cem serokên di hundir de ma.

Di serdanê de Sekreterê Giştî yê Bajarê Mezin Serdar Bakiroglu, Cîgirên Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, Zerrin Turk, Ozlem Tekin û Aziz Ozdogan, Hevberdevkên Meclisê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin û Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan