Sempozyûma Sezaî Karakoç birêve diçe
Li Diyarbekirê, di nav hefteya fethê de dê ev sempûzyom bête lidarxistin. Hêmaya sempozyuma îsal dê nivîskar, şair û hizirmend Sezaî Karakoç e, heçî Karakoç e ji fethê nayê cudakirin û Karakoç şair û hizrmendek e ku bi bîr û boçûna fethê gihaye. Armanca wan ew e ku vê kelecana fethê di dilê civakê d
Li Diyarbekirê, di nav hefteya fethê de dê ev sempûzyom bête lidarxistin. Hêmaya sempozyuma îsal dê nivîskar, şair û hizirmend Sezaî Karakoç e, heçî Karakoç e ji fethê nayê cudakirin û Karakoç şair û hizrmendek e ku bi bîr û boçûna fethê gihaye.
Armanca wan ew e ku vê kelecana fethê di dilê civakê de şîn bikin û hemû beşên civakê beşdarî di bernameyên wan de bikin û, bi van çalakiyan Diyarbekir ji nû ve hişyar bibe.
Di hefteya Fethê de ji pêşangehan bigire heta pêşbirkên helbest û gotaran, ji dîwanên dengbêjan heta panel û gotûbêjan dê gelek bernameyên cur bi cur bêne lidarxistin û her weha navçeya Licê jî dê malovaniya ji bernameya Ehsabê Kehf re bike.
Çalakî dê 24ê gulanê bi panela bi beşdariya akademîsyenan dest pê bike û 28ê gulanê jî bi bernameya “Hişyarî” ya li ber deriyê Şikefta Ehsabê Kehf bi dawî bibe.
Di çarçoveya bernameyan de bi beşdariya Bahadir Yenîşehîrlîoglu, Nurullah Genç û Selîm Cerrah gotûbêj bêne lidarxistin.
Axaftinên sempozyûmê dê bêne çapkirin.
