Balyozê Qirgizistanê yê Enqereyê serdana DBB'yê kir
Balyozê Komara Qirgizistanê yê Enqereyê Ruslan Kazakbaev û heyeta pê re, serdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak pêk anî. Serdana ku li avahiya Bajarê Mezin pêk hat, Hevberdevkên Meclisa DBB'yê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin jî beşdar bûn. Hevkariya di navbera rêveberiyên xwecihî de hat
Balyozê Komara Qirgizistanê yê Enqereyê Ruslan Kazakbaev û heyeta pê re, serdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak pêk anî.
Serdana ku li avahiya Bajarê Mezin pêk hat, Hevberdevkên Meclisa DBB'yê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin jî beşdar bûn.
Hevkariya di navbera rêveberiyên xwecihî de hate gotûbêjkirin
Di serdanê de, derfetên hevkariyê yên ku dikarin di astên civakî, çandî û rêveberiyên xwecihî de di navbera Qirgizistan û Amedê de bên avakirin, hatin nirxandin.
Balyoz Kazakbaev di axaftina xwe ya di hevdîtinê de, bal kişand ser mîrata dîrokî û çandî ya dewlemend a Amedê û kêfxweşiya xwe ya ji bo amadebûna li bajêr û mêvanperweriya hatî nîşandan anî ziman.
Hevşaredar Bucak jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman, der barê xizmetên xwecihî û xebatên çandî yên li bajêr tên meşandin axivî û spasiya heyetê kir ku serdana wan kiriye.
