Şiklê Sûka Çermûgê guherî
Şaredariya Bajarê Mezin, projeya xwe ya ji bo çaksaziya xweşikkirina navenda Çermûgê dabû destpêkirin gihand serî. Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şikl û şemala Çermûgê biguherîne û Germava Melîke Belqisê, xweza û dîroka wê baştir diyar bibe, xebata çaksaziya navçeyê da destpêkirin. Di çarçoveya vê p
Şaredariya Bajarê Mezin, projeya xwe ya ji bo çaksaziya xweşikkirina navenda Çermûgê dabû destpêkirin gihand serî.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şikl û şemala Çermûgê biguherîne û Germava Melîke Belqisê, xweza û dîroka wê baştir diyar bibe, xebata çaksaziya navçeyê da destpêkirin.
Di çarçoveya vê projeyê de binesaziya wê hate nûkirin, bi taybetî Sûka Çermûgê û cadeya Siwêregê ku dema barînan avê digirt nûjen kirin.
Rûberê kargehên ser cadeya Siwêreg û Çarsûyê hate nûkirin û pirsgirêkên seresazî û binesaziyê vêkra hatin çareserkirin.
Di çarçoveya xebatê de Çarsûya 800 metir dirêj û 3 cade, 5 kuçe û 252 dukanên ber cadeya berê ya Siwêregê hatin nûjenkirin.
