Li Sûrê dijî îşxalkirina peyarêyan projeya bazara taxê ya tûrîstî
Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku li navçeya dîrokî ya Sûrê li çareseriyekê digerin ji bo bandora îşxalkirina peyarêyan û firoşkarên gerok a li ser çûna peyayan, diyar kirin ku ew ê projeyeke nû ya bazara taxê ya tûrîstî bixin meriyetê, bêyî ku esnafan mexdûr bikin.
Komîsyona Îşxalkirinê ya Sûrê, li avahiya xizmetê ya Bajarê Mezin ê Amedê têkildarî bandora îşxalkirina peyarêyan û firoşkarên gerok a li ser çûna peyayan civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku Hevşaredarê Bajarê Mezin Emîn Ay, hevşaredarên navçeyan û nûnerên Komîsyona Îşxalkirinê ya Sûrê tevlî bûn, xebatên hevpar ên ku têne meşandin bi raya giştî re hatin parvekirin.
Bal kişandin ser çareseriya alternatîf a bêyî ku esnaf mexdûr bibin
Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol di civînê de axivî û diyar kir ku ew li gorî gilî û gazindên gel, jinan û kesên astengdar tevdigerin. Onkol got, "Armanca me qet ne ew bû ku em welatiyan ji nanê wan bikin, dezgehên wan rakin û bêyî ku çareseriyeke alternatîf pêşkêşî wan bikin, wan li ortê bihêlin."
Di çarçoveya peyayîkirina Sûrê de projeya bazara nû
Onkol diyar kir ku ji ber sînorên desthilatdariyê û neanîna erêkirinê ji saziyên wekî Lijneya Bîrdariyan (Anitlar Kurulu) di hin gavan de ew negihîştine encamê. Onkol got ku esnaf neçûne cihên bazarê yên alternatîf ên ku di mehên borî de hatine avakirin û da zanîn ku wan bi berçavgirtina rewşa xizaniyê ya kûr a herêmê, di çarçoveya polîtîkaya peyayîkirina Sûrê de projeyeke nû ya bazara taxê ya tûrîstî sêwirandine.
'Kanalên lihevkirinê û diyalogê hatin vekirin'
Di daxuyaniyê de ku li ser navê Komîsyona Îşxalkirinê ya Sûrê hat dayîn jî hate destnîşankirin ku komîsyonê di pêvajoya 5 mehan de bi esnaf, rûspîyên civakê, muxtar û endamên meclisê re bi awayekî rûbirû hevdîtin pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku li dijî provokasyonên gengaz kanalên diyalogê û muzakereyê vekirî hatine hiştin. Her wiha hate gotin ku bi girtina razîbûna beşên cûda yên civakê re aştiya civakî hatiye parastin.
