Têkoşîna dijî ava qaçax didome
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta mafê avê yê 1 milyon û 782 hezarên şêniyên bajêr biparêze têkoşîna dijî bikaranîna ava qaçax didomîne.
Ekîbên bi ser Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), xebatên tespîtkirina bikaranîna ava qaçax û xebatên abonetîyê didomîne.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî û Alîkarê Midûr Mustafa Gokez, xebatên ekîbên DÎSKÎyê yên sehkirina abonetî û bikaranîna ava qaçax li taxên Guvendere û Dokmetaş ên Yenîşehrê şopandin.
Tutşî, hişyarî li kesên ava qaçax bi kar tînin kirin û got ka çawa av di Bendava Dîcleyê de tê parzinandin û heta digihêje navenda bajêr çi zor û zehmetî tên kişandin.
Tutşî, bi bîr xist ku welatî dikarin ava mislixê vexwin heta ew vê pêk tînin gelek zehmetiyan dikêşin û xwest welatî avê bi baldarî bi kar bînin.
