Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Tesîsa Civakî ya Hamravatê hate vekirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay, Tesîsa Civakî ya Hamravatê ku bi feraseta şaredariya gelparêz hatibû amadekirin û 2yemîn tesîsa civakî ya ku ji aliyê DBB’ê ve hatibû vekirin, xistin ber xizmetê. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak di vekirinê de axivî û diyar kir ku ew ê xebatên xwe berdewam bikin da ku gel ji qadên gel sûd werbigire.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî Tesîsa Civakî ya Fîskayayê ku li navçeya Yenişehirê ye, Tesîsa Civakî ya Hamravatê ku 2yemîn tesîsa wê ya civakî ye, xist ber xizmetê. Tesîsa ku li navçeya Rezanê di nava Parka Biratiyê ya li Taxa Bagcilara di demeke kurt de ya mîna 5 mehan hate temamkirin, wê di serî de ji bo jinan ji bo hemû welatiyan qadeke giştî ya ewle, giştyarî û gihîştî pêşkêş bike.

Tesîsa ku tê plankirin rojê xizmetê bide 500 kesî û hemû xebatkarên wê ji jinan pêk tên, karîgeriya wê ji aliyê îştîraka şaredariyê Şirketa Med Kentsel ve Sosyal Hizmetler San. Tic. A.Ş. ve tê kirin.

Têkildarî vekirina tesîsa civakî ya ku bi têgihîştina şaredariya gelparêz hate jiyanê; Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr Fatime Uzul Levent û Yunus Muratakan, hevserokên şaredariyên navçeyan, endamên meclîsa DBB’ê û Alîkarên Sekreterê Giştî, nûnerên rêxistinên civakî û gelek welatî beşdar bûn. Tên xuyakirin ku ji aliyê welatiyan ve eleqeyeke mezin ji merasîmê re hat nîşandan.

'Beşdarbûna li îstihdama jinan gelek nirxbilind e'

Parlementera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên welat krîza aborî û xizaniya kûr e û tekez kir ku herî zêde jin ji vê rewşê tên bandorkirin. Kaya destnîşan kir ku jin bi xizaniyeke kûr re têkoşînê dikin û di axaftina xwe de cih da van gotinan:

"Ev tesîs gelekî girîng e; ji ber ku li vir tenê jin wê werin îstihdamkirin. Em hemû jî ji nêz ve dizanin ku tevlêbûna jinan a pêvajoyên hilberînê çiqasî zor e. Ji ber vê yekê tesîsa ku şaredariya me li gorî polîtîkayên civakî vekiriye, wê kedeke mezin bide jinan. Hem ji bo têkoşîna li dijî xizaniya kûr hem jî ji bo çêkirina qadeke ewle ku malbat bi rihetî wextê xwe derbas bikin gelekî nirxbilind e."

‘Em qadên gel didin ber xizmeta gel’

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak jî anî ziman ku ji ber vekirina tesîsê gelekî kelecanî ne. Bucak diyar kir ku tesîs wê ji hemû beşên civakê re xizmetê bike û got:

"Jin, ciwan û malbat wê karibin bi dilrehetî ji vê tesîsê sûd werbigirin. Ji çêkerên xwarinê heta yekîneyên din ên xizmetê, em modela ku bi temamî jin tê de tên îstihdamkirin bingeh digirin. Her wiha em armanc dikin ku berhemên ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundî hem li navçeyan hem jî li qada hilberîna çandiniyê ev demeke dirêj e bi dest xistine, di maweyê kurt û dirêj de li ser pişta shelfên vê tesîsê cih bigirin."

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku li park û qadên giştî yên li Amedê dezgeyên taybet jî cih digirin, lê bi derbasbûna demê re wan dît ku li van mekanan tarîfeyên bihayê yên bilind û cuda tên sepandin û axaftina xwe wiha domand:

"Wekî rêveberiyên herêmî me biryarek girt: Dema ku peymanên dezgeyên li parkên ku aîdî gelê me ne bi dawî bibin, em ê van tesîsan di bin banê şirketên şaredariya xwe de bigirin ber kar. Armanca me ew e ku em di şert û mercên munasîb û aborî de xizmetê biden civaka xwe. Em dixwazin gelê me bi rêya herî rast û adil ji van qadan sûd werbigire. Em ê xebatên xwe yên beşdar, gihîştîbar û yên ku îstihdama jinan di xala pêşîn de digirin bi biryardarî berdewam bikin."

Hevşaredar Bucak diyar kir ku pêvajoyeke aborî ya zehmet tê derbas kirin, di hemberî sînordarkirina budceyê û enflasyona zêde de wan bi rêya îştîrakên şaredariyê rotayeke gelparêz xêz kirine û ji hemû welatiyên beşdarî vekirinê bûne re spasiya xwe kir.

Vekirin bi birîna qurdeleyê hate kirin

Piştî axaftinan, beşdarên vekirinê û welatiyan bi hev re qurdêle birîn û vekirina Tesîsa Civakî ya Hamravatê pêk anîn. Piştî vekirinê hevserok û heyeta bi wan re li tesîsê geriyan û li ser xebatan agahî girtin.

Polîtîkaya bihayê ya tesîsê

Tesîsa Civakî ya Hamravatê li gorî prensîba "şaredariya gelparêz" a ku mebesta wê ne qezenc e, wê polîtîkaya bihayê ya guncaw bixebitîne. Di tesîsê de wê ji aliyê îştîraka şaredariyê Şirketa Med Kentsel ve Sosyal Hizmetler San. Tic. A.Ş. ve bê xebitandin; çay, qehwe, taştê û komên xwarinên germ-sar wê di bin şert û mercên bazarê de, bi bihayên erzan bidin ber xizmeta welatiyan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan