Walî Alî Ihsan Su, li Henê û Pîranê gel welatiyan rûnişt
Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, di mesaîya xwe ya dawiya hefteyê de çû navçeya Henê û Pîranê û proje û xizmetguzariya li van deran saxtî kir. Walî Su, serê pêşîn gihîşte navçeya Henê ji aliyê Qeymaqamê Karazê ku heman wext wekaleta qeymaqamiya Henê dike Abdulkadir Umut Kasan ve hate pêşwazîkirin. W
Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, di mesaîya xwe ya dawiya hefteyê de çû navçeya Henê û Pîranê û proje û xizmetguzariya li van deran saxtî kir.
Walî Su, serê pêşîn gihîşte navçeya Henê ji aliyê Qeymaqamê Karazê ku heman wext wekaleta qeymaqamiya Henê dike Abdulkadir Umut Kasan ve hate pêşwazîkirin.
Walî Su, der barê xizmetguzariya li Henê de agahî wergirtin û serdana xwe bi serdana welatî û esnafan dewam kir.
Walî Su, di rûniştina li qehwexaneyekê de gel welatiyan rûnişt, sohbet kir û paşê li taxa Çarsûyê serdana esnafên ser cadeya Hikûmetê pêk anî.
Walî Su, xebatên ser çêkirina Dezgehê Parzinandina Avê û Melevangeha Nîv Olîmpîk saxtî kirin. Evê xebatê Şaredarî û Wezareta Spor û Ciwanan bi hevkarî dimeşînin.
Walî Su, piştre berê xwe da navçeya Pîranê û li vir, ji aliyê Qeymaqam Kadîr Yurdagul û şaredar Felat Aygoren ve hate pêşwazîkirin.
Su, li qehwexaneyekê gel welatiyan rûnişt, serdana esnafan kir û ji wan re qewetxweşî da.
Walî Su, piştre serdana Kampa Ciwanan a Selahedîn Eyûbî ku li ber keviya Bendava Keça Qralî têt çêkirin kir û xebat seh kirin.
Di serdana Walî Su de, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çiftçi, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, rayedar û giregirên dam û dezgehan amade bûn.
