Walî Karaloglu: Em bo xweşkirina Diyarbekirê dixebitin
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên Şaredariya Bajarê Mezin ên li ser çêkirin û saziya rêyan li navçeya Yenîşehrê, Peyas û Baglarê seh kirin.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran a Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên nûkirin û çaksaziya rêyan ên li navenda bajêr didomîne.
Ekîban, karantinaya ji ber virûsê hatiye ragihandin wek keys bi kar anî û li navçeya Peyasê li ser Bulvara Elezîzê ya cadeya Ahmed Arîf xebata çaksaziyê da destpêkirin.
Walî Karaloglu, xebatên li ser vê çatrêkê û xebatên çaksaziyê yên li çatrêka Balefirgehê, li navçeya Yenîşehrê jî xebatên çaksaziya li ser cadeya Rizvan Axa û Kuçeya Hunerê seh kirin û agahî der barê wan de wergirtin.
Karaloglu diyar kir ku di dema karantînayê de jî ji bo xweştirkirina Diyarbekirê xebatên wan berdewam in.
Di sehbêriyan de serekên daîreyan jî gel Karaloglu amade bûn.
